Naxwazin li Berlînê asê bimînin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Sibat 2021 - 01:42

  • YEKMAL: Li kîjan bajarî dibe bila bibe, mirov dikarin têkiliyê bi me re deynin û dest bi xebatên dergûşxaneyên duzimanî bikin. Em ê alîkariya wan bikin.

MURAT MANG

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Elmanyayê (YEKMAL-Elmanya) ev demek e li paytexta Elmanyayê Berlînê xebata dergûşxaneyên duzimanî dewan dike, niha ji xwe re kiriye armanc vê xebatê li seranserê Elmanyayê belav bike. 

Navê wê beriya kongreya wê ya Îlona 2020´an, YEKMAL Berlîn bû û ji sala 1993´yan ve, xizmetên elaqedarî perwerdeyê dide civaka Kurd a li Berlînê. Ji sala 2014´an ve ew bi du kreşên Kurdî-Elmanî li du herêmên cihê yê Berlînê xizmetê dike û niha dixwaze van kreşan li seranserê Elmanyayê belav bike.

Kordînatora YEKMAL Elmanyayê ya giştî Gunay Darici dibêje, ew ji bo projeyê ev demeke dirêje ku xebatên fîzîbîlîteyê dikin. Wê got wan deverên pîlot diyar kirine.
                              
70 zarok li du dergûşxaneyan

Li du dergûşxaneyên ji bêhtirî 6 salan ve xizmetê dikin, îro qederê 70 zarokî hene. Weke rêbaza perwerdeyê jî Gunay Darici dibêje, "Em bi zarokan re bi Kurmancî û Elmanî dipeyivin. Heke daxwaz hebe em dikarin dergûşxaneyên bi şêwezarên din ên Kurdî jî vekin. Rêbaza me zimanek mirovek e." 

Senatoya Berlînê destekê dide xebatên YEKMAL-Elmanyayê û bernameya perwerdeyê ya Berlînê jî esasê xebatên YEKMAL´ê pêk tîne.

Asîmîlasyona ji sînoran û wê de

Gunay Darici yek ji zehmetiyên bipêşketina projeyan weha rave dike “Malbatên Kurdistanî, nexasim ên ji Bakurê Kurdistanê xwe dûrî projeyên bi vî rengî dikin. Di van demên dawî de siyaseta çavtirsandinê ya hikûmeta Tirk a nijadperest û dînperest a li dijî Kurdên dîasporayê jî tesîra xwe li vê kir. Ji ber ku malbat ditirsin ku gava biçin Tikriyeyê û bên wê ji zarokên wan re zehmetî çêbe, naxwazin zarokên xwe bişînin dersên Kurdî."

Gunay Dairici dibêje, ji bo ku di navbera dêûbav û zarokan de girêdanek lazim be, rola ziman di vê de gelek e. Heger em dixwazin hev du fêm bikin û nirxên xwe bidin hev, divê em wan bibin saziyên ku lê hînî zimanên xwe yên dayikê bibin û xwedî li van saziyan derkevin. Li dergûşxane û baxçeyên zarokan ên duzimanî, nirxên çandî û ji rêûresmê yên ku ev ziman nûneriya wan dikin jî tên veguheztin. Mesela, li dergûşxaneyên me Newroz û Noel bi rengekî zarok karibin jê fêm bikin, û karibin beşdarî bibin, tên pîrozkirin."

Anket muhim in

Li van dergûşxaneyên YEKMAL Elmanyayê kontenjan ji sedî 95 ji bo zarokên dêûbavê wan bi Kurdî dipeyivin hatiye veqetandin. Gunay Darici dibêje, divê proje li temamê Elmanyayê belav bibe. Ji bo vê jî xebateke wan a anketê heye. Lê beşdariya anketê kêm e. Heta niha tenê Hezar û 340 kes beşdarî anketê bûne. Sedema anketê jî ji bo Gunay Darici ew tirsa ku dewleta Tirk di nav Kurdên Dîasporayê de çêkirî ye. 

Di dawiyê de wê bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku beşdarî anketa wan bibin. Di anketê de tenê navê wan bajaran heye ku Komên Xebatê li wan hatiye damezrandin. Ew dibêje, heger hin kes amade bin , ew dikarin di cih de alîkariyê bi wan re bikin da ku tavilê dest bi xebata dergûşxaneyên duzimanî bê kirin: "Li kîjan bajarî dibe bila bibe, mirov dikarin têkiliyê bi me re deynin û dest bi xebatên dergûşxaneyên duzimanî bikin. Em ê alîkariya wan bikin. Ya lazim ew e ku çend kesên dildarê vî karî hebin." 

Kesên dixwazin beşdarî anketê bibin, dikarin di ser lînkên li jêr beşdar bibin:

Elmanî: https://www.surveymonkey.de/r/Umfrage_Yekmal 
Kurdî: https://www.surveymonkey.de/r/Lepirsin_Yekmal 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.