Navenda bazirganiya zarokan
Sêşem 13 Hezîran 2023 - 13:10
Ji bilî ku desthilatê Hewlêr vegerandiye cihê sîxurî kirin û xizmet kirina ji dagirkerên Kurdistanê re, bi têkdana exlaqê civakê û bazirganîkirin bi laşe jin û zarokan re, şert û mercên hilberandina kesayetiyeke şikestî û çewisandî
Bi têkbirina rengê exlaqî yê civakê û bazirganiya bi laşê jin û zarokan re, şert û mercên hilberandina kesayetiyeke şikestî û çewisandî ku ji nirx, pîvanên civakî û exlaqî dûr diafrîne.
Navendên bazirganiya zayendî
Siyaseta xirab a desthilatdaran li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê, ne tenê di çarçoveya pêşxistina çanda koletî û sîxuriyê ji bo dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ye, ji bo têkdana civakê û mijûlkirina xelkê bi mijarên cuda ve ye jî. Hewlêr kirine milk û navenda bazirganîkirina bi laşe jinan û zarokan, ew di bazirganiya zayendî û navendên ‘kêfkirinê yên şevan’ de tên bikaranîn. Ji bilî jinên ciwan, zarokên keç û kur yên temenê wan 11-17 salî di cihên ku wek ‘klûbên şevê yên Hewlêrê’ tên naskirin de, weke mal tên nişandan û ji bo wan mişterî tên komkirin. Ev reklamkirin û nîşandana zarokan û jinên ciwan bi awayek zindî bi rêya hesabên medyaya civakî, bi taybet jî li ser Tik Tok’ê tên belavkirin û bazirganî bi wan tê kirin.
Cihê bazirganiyê:Tîk Tok
Tik Tok, ji bilî ku ji bo bikarîneran kêmtirîn pîvan û sinordarkirina wê heye, bûye cihek ku di rêjeyek herî zêde de ciwan û zarokên nû dihigin bikar tînin û dikare bi hêsanî bandorê awayê bîr, hiş û fikirandina wan bike. Ev jî ji desthilatan re bûye amûreke xirabkirina kesayeta ciwan û zarokan ku bi vê yekê re dikarin bi tîrekê li du çukan bidin.
Nîşandan û weke reklamkirina mal bi zarok û jinên ciwan û bi laşê wan bazirganî kirin, di zagonên navnetewî de weke sûcek yê mirovî tê hesabkirin. Bazirganiya zarokan û bikaranîna wan ji bo îstîsmara zayendî, peydakirina stargeh û hêsankirina wan, li gorî rêgez û pênaseyên Netewên Yekbûyî, di çarçoveya şideta li dijî zarokan de tê hesabkirin. Herwiha sûcek mezine ku li piraniya welatên cîhanê cezayên pirr giran li wan tê birrîn.
Rêxistinên jinan jî bêdeng in
Lê ew vîdyoyên ku ji Hewlêrê tên weşandin, bi awayekî eşkere bi rêya torên civakî reklama wan tê kirin û bi deh hezaran binerên van vîdeoyan hene. Herwiha bi sedan kes cih û navê wan cihan dipirsin. Lê aliyên peywendîdar tu carî li beramberî vê rewşa metirsîdar dengê xwe dernexistine û tu tedbîr ji bo bidawîkirina vê diyardeya xerab negirtine.
Ji aliyekî din ve, artêşek rêxistin û dezgahên taybet yên jinan û zarokan hene, ku çav û guhên xwe ji vê diyardeya hovane re girtine û tiştekî li ser vê yekê nabêjin, ku ev jî li gel xelkê bûye cihê lêpirsînê. Lê li gor agahiyên ku li ser torên civakî û hinek saziyên çapemeniyê hatine belavkirin, sedema bê helwestî û bêdengiya heyî ji me re eşkere dike ku piraniya wan cihan, xwediyên wan berpirs û kesên xwedî bandor ên di nava partiyên desthilatdar de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN