Navê wê rast bêjin

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 03:32

Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim li aliyekî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye. Li aliyê din ew roj e ku biryara darvekirinê li Rêber Apo hat birrîn. Wekî din salvegera şehadeta Zîlan e. Yanî ew bûyerê parçeyek ji dîroka Kurdistanê ne. Meseleya Kurd û Kurdistanê ji Şêx Seîd heta niha bi heman polîtîkayan dimeşe. Ango Dewleta Tirk ji sed sal berê heta niha heman polîtîkaya tinekirina Kurdan bi rêve dibe.

Lê tevî vê yekê jî hinek Kurd hene ku hê jî ev dewleta Tirk a dagirker nas nekirine. Hê jî baweriya xwe bi wê dewletê tînin û li ser xeta wan dimeşin. Li aliyekî cerdevan û sîxurên dewletê, li aliyekî xayîn û nokerên Kurd, li aliyê din Kurdên hevkarê dewletê. Gelo ji dil baweriya wan bi dewletê tê, an jî ji bo ku karê xwe bimeşînin vê yekê dikin, em nizanin. An jî ew di ferqa gelek tiştan de ne, lê dengê xwe dernaxin. Welhasil.

Îca em li rewşa niha vegerin. Parlementoya Iraqê eşkere kir ku li ser erda Başûrê Kurdistanê 70 baregehên artêşa Tirk hene û li van baregehan 30 hezar eskerên Tirk ên dagirker dimînin. Lê ev yek ne xema rêveberiya li Başûrê Kurdistanê ye. Li şûna ku li dijî dagirkeriyê derkevin, berê xwe didin gerîlayên ku li dijî dagirkeriyê şer dikin. Xetere ewqasî mezin e ku li her qadê Kurdistanê ketine nava tevgerê. Ji Bruksel heta Hewlêrê hevdîtin û civîn pêk tên. Li Brukselê du rojan li ser hev civîna rewşenbîr, siyasetmedar û partiyên Kurd çêbû. Ez bi xwe jî beşdarî civînê bûm û min şopand. Her wiha ez bi beşdarên civînê re jî axivîm û min bi wan re hevpeyvîn kirin. Ew dibêjin ku îro Kurdistan tê dagirkirin û di rewşeke wiha de nabe ku Kurd bi hev dakevin. Yanî Kurdistan ji dest diçe û yên dibin sedem jî dîsa Kurd in. Gelek kesan hêvî û bendewariya xwe ji PDK'ê kirin ku nebe hevkarê dagirkeriyê. Lê birastî ez bi xwe qet fêm nakim çima hê jî bendewariyên wan ji PDK'ê hene ? Em qala PDK'ê dikin ku rê daye dewleta Tirk ji bo 70 baregehên xwe li ser erda Kurdistanê ava bike. 30 hezar eskerên wan niha li wê derê ne. Ma hûnê hêviya çi ji wan bikin.

Îro li welatê me berxwedêr û dagirker hene. Navbera wê tineye. Li aliyekî welatê te dagir dikin, li aliyekî jî yê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin hene. Yek ji wan dewleta Tirk a dagirker e, yê din jî gerîlayên Kurdistanê ne. Divê em navê wan rast lê kin. PDK jî di vê rewşê de li cem dagirkeran cihê xwe digre. Eger ne wilo ba destûr nedida 70 baregeh û 30 hezar eskeran. Di rewşeke wiha de tiştekî ku ji PDK'ê bê xwestin tineye. PDK'ê terefê xwe zelal kiriye. Herî dawî bangeke Mûrat Karayilan hebû. Karayilan digot; Bila PDK nebe hevkarê dagirkeriyê. Eger li dijî dagirkeriyê şer neke jî bila nekeve navbera me. Wekî din banga diyalogê û çareseriyê li PDK'ê kir. Lê PDK xwe li bêdengiyê danî. Ev bêdengî jî tê wateya ku li cem dewleta Tirk cih digre. Erênî an jî neyênî divê bersiva banga Karayilan hatiba dayîn. Gelek kes jî li bendê bûn ku Mesûd Barzanî derketiba û gotiba ezê destûr nedim ku Kurd hev bikujin. Ji ber ku soza wî hebû. Lê xuyaye ku ev bêdengiya wî jî tê wateya bersivekê.

Divê Kurd vê siyasetê û vê helwestê rûreş bikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Herî dawî hunermendên Kurd çûn Hewlêrê û bi Wezareta Pêşmergeyan re hevdîtin kirin. Hunermendan ji Wezareta Pêşmergeyan xwest ku nebin hevkarê dagirkeriyê. Ev hewldan û xebata hunermandan girîng e, lê kêm e. Min li daxuyanî û hevpeyvînên wan guhdarî kir. Wekî ku navcîtiya pevçûnekê dikin axivîn. Lê divê navê hin tiştan rast lê bikin. Îro yê ku bersivê nade banga Karayilan PDK ye. Yê ku bi dewleta Tirk re tevdigere PDK ye. Ji bo vê yekê divê navê hin tiştan mirov rast lê bike. Eger bangek hebe divê li PDK'ê bê kirin. Wekî din jî navê vê meseleyê ne birakujî ye. Meseleya berxwedêr û dagirkeran e. Hewce nake mirov navê hin tiştan veşêre.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.