Nasnameya ji bibîranînan

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tebax 2022 - 21:33

  • Azad Nanakelî li Îtalya, li Floransayê hîna jî xwe biyanîhî dike. Ji ber wê jî bibîranînên wî pê re ne, bi ya wî ew bibîranîn nasnameya wî temsîl dikin. Lê ew li xwe mikur tê: Lê tiştê ecêb êdî ez li Hewlêrê jî xwe biyanî hîs dikim.”

Azad Nanakelî yek ji hunermendên Kurd e ku di gelek warên hunerî de berhem derxistine holê û bi van berhemên xwe Kurd li dinyayê temsîl kirine. Wî pêşangeha xwe ya yekem di sala 1973’an de vekiriye û ji piçûkatiya xwe ve di warê şêwekariyê de xurt bûye. Nanakelî nexasim bi mijarên hawirdor, mezaxtin, nasname, modernîzm, şer, bîr, aloziyên civakî û sirgûniyê daketiye û di vî warî de afirandiye. Berhemên wî li ser rastiyên siyasî û civakî şiroveyên bi tesîr in. Ew bi van berhemên xwe têkiliyekê di navbera rabuhiriyê û siberojê de ava dike. Hest û xemên xwe yên hunerî bi gelek şêwazan anîne ziman, ango wî gelek dsîplînên hunerî ceribandine û hunermendekî pirhêlî ye. Ti carî girêdayî tenkîkekê nemaye û li gorî mijara ku ew ê vebêje, teknîkeke hunerî hilbijartiye. Konseptên xwe bi riya vîdeo, înstalasyon, fotograf, performans û tuwalê hazir dike û peyama ku dixwaze bide, bi vî awayî dide.

Xebatên Nanakelî bi her awayî dijberiya mêhtînger û dagirkeran dike û li hember êrîşên wan dixwaze bîra civakekê xurt bike. Ji bo mijarên ku ew behsê dike û xebatên xwe yên bîrbir wiha dibêje, “Weke hunermendekî ez hestên xwe bi têgehên ku ez ava dikim vedibêjim. Ez ji ciyekî weke Kurdistanê ber bi dinyayê ve çûme. Welatê min welatekî parçebûyî ye û gelek êş û azar kişandine. Mêhtîngeran bi çekên kîmyewî welatê me dagir kirin û gelên me qirr kirin. Her wiha gelek çavkaniyên me jî talan kirin. ” 

Azad Nanakelî li Hewlêrê tê dinyayê û dema dibe 17 salî û lîse bi dawî dike berê xwe dide Bexda da ku li ser hunerê hûr bibe û bixwîne. Li Bexdayê di “Înstîtûya Hunerên Bedew” de dixwîne û weke xwendekarê herî serketî mezûn dibe. Lê di sala 1975’an de bi piştgiriya hin mamosteyên xwe derdikeve dervayî welat. Ji ber ew yekî dijberî rejîmê bû û nedixwest were girtin. Piştî derdikeve dervayî welat demekê li Îtalya digere û paşê biryar dide ku li “Akademîya Floransa” yê bixwîne.

Wî vê akademiyê jî bi awayekî serketî temam kiriye û piştî mezûn bûye xebatên wî li gelek pêşangehan û muzeyan hatine nîşandan. Li gel xebatên wî yên solo gelek xebatên wî yên ku di nav xebatên komî yên tevlîhev de hatine nîşandan jî hene. 

Li Bîenala Venedîkê Kurdan temsîl dike

Hunermendê Kurd Azad Nanakelî heta niha gelek caran bi xebatên xwe tevlî Bîenala Venedîkê û gelek bîenalên din jî bûye. Di sala 2009’an de tevî gelek hunermendên Kurd li Bîenala Venedîkê bi xebatên xwe Kurdan temsîl kir. Wî li van bîenalan bi rabuhiriya xwe ya şexsî re, rabihuriya civaka xwe jî nîşanî xelkê da. Ji ber ew ji welatekî mêhtîngerkirî veqetiyabû û bîranînên wî li wî welatî mabûn. Tesîra welatê wî yê perçekirî tim bandorê li hunerê wî kir. Ev yek kir ku bêhtir biafirîne û xema xwe derbibire. Weke hunermendekî sirgûnbûyî, bi bîranînên li welat daketiye û ji wan bibîranînan berhemên hêja afirandiye. Di hemû xebatên wî de mefhuma “bîr” ê ciyekî taybet digire û wî serê xwe bi vî mijarê re pirr êşandiye. Nanakelî bi pirsgirêkên rojane yên ku îro bûne bela serê dinyayê jî daketiye. Modernîzm û bajarvaniya ku hin çandan ji holê rakiriye bi hunerê xwe protesto dike. Naxasim jî mezaxtina ku îro civak di navê de ye rexne dike û weke felaketeke mezin dibîne. Weke hunermendekî li ser van mijaran jî hûr dibe û lê dikole. 

Li Îtalya dijîm lê hîna jî biyanî me!

Azad Nanakelî dibêje ku ji zarokatiyê de wî tenê tiştekî xeyal kiriye ew jî azadiya Kurdistanê ye û wiha pê de diçe, “Lê xeyal tiştek din e, rastî jî tiştek din e. Xelkê Kurdistanê emrê xwe di nav şer de derbas kirin. Li çar parçeyan di bin zilma dîktatoran de man. Neteweyên hevgirtî jî ti car piştgirî nedan Kurdistanê. Her wiha pêşengên siyaseta Kurd jî nifşê nû baş fêhm nekirin û qîmetê nedan wan. Ev çend sal çêbûn ku ez li Îtalya, Floransayê dijîm lê hîna jî weke kesekî biyanî me. Ez ji welatê xwe dûr dijîm lê dîsa jî gelek bîranînên min yên ku parçeyekî nasnameya min temsîl dikin tim bi min re mane. Lê tiştê ecêb êdî ez li Hewlêrê jî xwe biyanî hîs dikim. Bajar gelek mezin bûye û modernîzm çanda bajêr pirr guherandiye.

Xaniyê zaroktiya min niha tine ye. Yanî modernîzm bi her awayî dike ku em hin tiştan bîr nebin û jibîr bikin. Dinya jî têra xwe guherî êdî kes bi kesî re xeber nade û naxwaze ji hev fêhm bike.” 

Azad Nanakelî ji meriv bi hevre xeber bidin û ji hev fêhm bikin weke arkeologekî dixebite û berheman diafirîne. Hema bêje hemû berhemên wî xizmeta bîra civakî dikin û dixwaze em bi dinayayê re ji nûve têkiliyekê saz bikin.

Hin xebatên wî ango pêşangehên wî yên ku tên zanîn wiha ne: 

Highlighted Memory (Bibîranîn ronîkirî; ji weneyan pêk tê) 
The Other World (Dinyaya din; ji wêneyan pêk tê) 
Awaz (vîdeo)
Av (înstalasyon)
Destnimêj (vîdeo).

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.