Nasname û têkoşîna Mehmet Bayrak

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 2 Sibat 2024 - 02:32

  • Ji alî dewletê ve Mehmet Bayrak Kurdekî xeternak, ji alî hinek sîyasetvanên Kurdên ku ji sîya xwe ditirsîyan jî mirovekî pasif dihat dîtin. Ji alî dewletê va ew di heps û zîndanan da dihat darizandin, ji alî hinek Kurdan va jî ew dihat rexnekrin. Tevî vê nakokîyê, hinek gotinên tûj û tund, li me jî xweş dihat.

ÎKRAM OGUZ

Zagonek ji zagonên dagirkerîyê ye. Dagirker dema ku welatek dagir bikin, wek gava yekemîn zimanê miletê ku li wî welatî dijî, qedexe dikin, dû ra jî bi çand û hunera wî ra, bi kok û dîroka wî ra dilîzin, ku wî bipişifînin û ji kokê va biqelînin. Dewleta Tirk jî li Bakûrê Kurdistanê gor vê zagonê tevgerîya û wek gava yekemîn zimanê Kurdî qedexe kir, dû ra bi çand û huner, bi kok û dîroka Kurdan ra lîst û hê jî dilîze…Dagirkerên Tirk bi dizî û çilpizîyeke bêpîvan kilam û stranên Kurdî berhev kirin, ew wergerandin zimanê xwe û tapuya wan li ser navê xwe qeyd kirin. Bi sîyaseta ku hîmê wê li ser red û înkarkirina Kurdan hatîye avêtin, bi berevajîkirina bûyer û belgeyên dîrokî û bi zilm û zordarîyeke bêsînor li tunekirina serê Kurdan gerîyan. Bi armanca avakirina civakeke yekreng û yekdeng, bi pergala civakê ra lîstin. Bi derxistina Qanûna Yekgirtina Perwedeyî yê va zarokên Kurd ji perwerdeyîya bi zimanê xwe yê zikmakî bêpar man û bi zimaneke bîyanî hatin pişaftin.

Lêbelê wek çeka ku di deste xwedîyê xwe da biteqe, fêl û fêlbazîya dagirkeran jî gor daxwaza dile wan neçû serî û di nîvî da ma. Ew zarokên Kurd ên ku li dibistanên dewletê û ji alî ziman ve hatin pişfatin, di heman demê da ji hebûn û dîroka gelên cîhanê hayîdar bûn. Di wê dîrokê da xwe jî dîtin û li kok û esaleta xwe ya veşartî gerîyan. Bi hiş û hişmendîyeke têkûz, li dijberî zilm û zordarîya dagirkeran derketin, bi bîr û bawerîyeke xurt û bi belgeyên dîrokî fêl û fêlbazîyên wan pûç kirin û hê jî dikin.

Ji wan kesan yek jî bêguman Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak e, ku ew jî di vê pirtûkê da bi berfirehî qala çîroka tekoşîna xwe ya ji bo nasnameya Kurdî kirîye, dike… 

Nasnameya Kurdî û têkoşîna min

Pirtûka wî ya “Kürt Kimliği Mücadelem – Nasnameya Kurdî û Tekoşîna min” jî wek pirtûkên wî yên din ji alî weşanxaneya ÖzGe va, li Enqerê hatîye çapkirin û 712 rûpel e. Naveroka wê, ji wêne û belge, ji nivîs û xweparastinên wî yên ku di dadgehên dewletê da kirîye, pêk tê. Wî çawa dest bi tekoşîna ji bo nasnameya xwe ya Kurdî kirîyê, di wê pêvajoyê da rê û dirbên ku li ber wî hatine girtin, astengîyên ku derketine pêşîya wî, zext û rextên ku lê hatine kirin, hemûyan bi bûyerên jîyayî û bi belgeyên dîrokî va li ber çavan radixîne û yekoyek vedibêje…Di pêşgotina pirtûkê da jî ew bi kurtayî tîne ziman, ku sedem kar û xebatên wî yên di warê Kurdolojîyê da, zext û rexta ku ji alî dewletê va lê hatîye kirin, ti car kêm nebûye û herdaîm kudîya ye. Loma ne pêwîst e, ku ez di vê nivîsê da qala hemû bûyer û belgeyên di pirtûkê da cîh digrin, bikim. Lê dixwazim li vir qala bîranîneke xwe bikim, ku ew jî bi mijara vê pirtûkê, bi taybetî jî bi pêvajoya weşana Özgür Gelecekê va giradayî ye.

Min xwe li Stenbola xopan dît

Dema ku ev pirtûk gihîşte destê min û min bi kêf û kelecan li berga wê ya pêşîyê temaşe kir, çawa ku bi straneke dengbêjan ra mirov xwe di nav deşt û zozanên welatê xwe yê rengîn da bibîne, min jî bi dîtina wêneyê bergê va xwe li Stenbola xopan dît û di nav bîranînên xwe yên wê deme da wenda bûm…Dawîya salên 80’yî, di ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ra jî sal û demsal derbas bibûn. Bi destpêka darbeyê ra Kurd û Tirk ên ku hatibûn derdestkirin û di bin lepên dewletê da pelixîbûn, ji wan bi deh hezaran kes hê di heps û zîndanan da dinalîyan. Herwiha yên ku ji dest û lepên dewletê filitîbûn û xwe avêtibûn welatên bîyanî, ew jî ji welat û hezkirîyên xwe dûr, di şert û mercên koçberîyê da ber xwe didan. Bi seranserê xwe va Tirkiye bibû zîndaneke servekirî, civaka ku bi salan bêdeng mabû, hêdî hêdî ji binî va dikelîya, ji tirs û xofa domdar difiltî û deng dida. 

Kovareke mehane ya siyasî û çandî

Di dem û rewşeke wisa da wek çend keç û xortên Kurd, me li Stenbolê komeleke çandî damezrandibû. HKD, bi navê xwe yê dirêj, Halk Kültür Derneği- Komela Çanda Gel. Çîroka damezrandina vê komelê jî çîrokeke kûr û direj e. Lê mijar ne komel e û bila çîroka wê jî ji nivîseke din ra bimine. Di heman demê da Mehmet Bayrak jî li bajarê Enqerê dest bi kar û xebateke pîroz kiribû. Wek xwedî û edîtorê wê yê giştî, bi navê Özgür Gelecek, kovareke mehane ya sîyasî û çandî amade dikir û diweşand. Ji bo rêvebir û endamê komelê navê Mehmet Bayrak naveke bîyanî nebû, me navê wî ji kar û xebatên wî yên berîya 12’ê Îlonê jî bihîstibû. Ji dûr va be jî me hemûyan ew nas dikir, pêşwazî li kar û xebata wî ya pîroz dikir û dişopand. 

Jiber ku me kovara Özgür Gelecek û weşana wê jî li gor nêrînên xwe yên sîyasî ji xwe ra nêzîk didît, piştgirîya wê dikir û jê ra dibûn alîkar. Bi weşana her hêjmarê va, me li gor hêz û quweta xwe kovar dixwest, ew li Stenbolê belav dikir û difirot. 

Li çapxaneyekê digeriya

Di wan salan da çapkirina kovar û pirtûkan jî, qasî amadekirin û weşana wan pirsgirêkeke mezin bû. Kovar û pirtûka ku bêhna Kurd û Kurdayetîyê jê bihata, her çiqas qedexe neba jî, ji tirs û xofa dewletê ew ji alî çapxaneyan va nedihat çapkirin. Qasî ku tê bîra min, piştî weşana çend hêjmaran, li Enqerê derfeta çapikirana Özgür Gelecekê êdî nemabû. Ji bo ku kovar di dema xwe were çapkirin, Mehmet Bayrak jî hatibû Stenbolê. Ji bo çapkirina her hêjmarê ew li çapxaneyek digerîya, em jî di dema çapkirinê da dibûn alîkar, ku me kar û barê wi yê giran û astengîyên ku derdiketin pêşîya wî, bi çavê sere xwe didît. 

Ji siya xwe ditirsiyan û vediciniqîn!

Wê demê li derdora me jî hinek kesên ku xwe wek sîyasetvan û rêvebirên giregir dihesibandin, peyda bibûn. Ew di quncikên tarî da, bi peyv û gotinên tûj û tund diaxifin, lêbelê dema ku derbiketana kûçe û kolanan, ji sîya xwe jî diketin şikê û vediciniqîn. Cîhê ku ji bo xwe ewle didîtin û li cem kesên ku bawerîya xwe pê dianîn, xwe rêvebirên binerd, xwedîyê kar û barê giran nişan didan. Bi vegotina çîrokên ezber, mêranî û mêrxasîya xwe derdixistin pêş, kêmasî û newêrekîya xwe vedişartin. Lêbelê kesên ku wek Mehmet Bayrak kare weşangerîyê dikirin û tekoşîneke bêhempa didan, kesên pasif û ji rêzê, kar û xebata wan jî piçûk û sivik didîtin.  

Kurd ew pasîf û dewletê jî xeternak didît 

Ew ji sîya xwe ditirsîyan, ji ber ku kes nebine, rîya xwe dirêj dikirin, di nav kûçe û kolanên teng ra difitilîn û xwe diavêtin komelê. Dû ra bi şêwaza kesên ku di ser pozê xwe ra mêr û mêrxasek nabînin, diaxivîn û ji me ra digotin; “Özgür Gelecek di weşana xwe da qels e. Mehmet Bayrak jî ji bo ku nekeve heps û zîndanan, di weşana kovarê da zimaneke nerm bi kar tîne. Dema ku hat komelê, hûn bi tundî wî rexne bikin, ku bila ew zimanê xwe yê nerm terk bike. Di nivîsên xwe û di weşana Özgür Gelecekê da tûj û tundîyê derbixe pêş, ku bayê me jî di nav kûçe û kolanan da lêbixe û olan bide…” Ji alî dewletê va Mehmet Bayrak Kurdekî xeternak, ji alî hinek sîyasetvanên Kurdên ku ji sîya xwe ditirsîyan jî mirovekî pasif dihat dîtin. Ji alî dewletê va ew di heps û zîndanan da dihat darizandin, ji alî hinek Kurdan va jî ew dihat rexnekirin. Tevî vê nakokîyê, hinek gotinên tûj û tund, li me jî xweş dihat. Loma dema ku bihata rojevê, me jî bi dilê xwe yê pak û bi mebesta xwe ya paqij, helwesta Mehmet Bayrak û zimanê ku wî di weşana kovarê bi kar dianî, rexne dikir. Jiber ku em wê deme xort bûn, xwîna me dikelîya… Me aqilê xwe danîbû alîkî, di nav xewn û xeyalên şoreşgerîyê da, bi kelecana dilê xwe tevdigerîyan.

Sekn û helwêsta Mehmet Bayrak

Li alîkî şerê çekdarî dest pê kiribû, li welat… Dengê ku ji lûleyên keleşan derdiket û li serê çîya û banîyan bilind dibû, di nav gund û bajaran da olan dida…Li alîyê me jî, “kovareke mehane û weşana wê ya bi zimaneke nerm” têra me nedikir û xewn û xeyalên me yên wê demê nedixemiland…Ji wê deme pê va têkilîya min û Mehmet Bayrak ti car neqetîya, di her dem û rewşê da, bi hezkirin û rêzdarîyke taybet kudîya û hê jî dikude. Di vê pêvajoya dûr û dirêj da, min di sekn û helwesta wî ya ku di kar û xebata xwe ya pîorz û mayînde da anîye cîh dît ku gotin bi tena serê xwe çiqas tûj û tund be jî, anîna wê ya ser zar û ziman karekî hêsan û sivik e. Ger ku di cîhê xwe da neyê gotin û neye qeydkirin, kîngê ji zar û ziman derbikeve, wek bayê bezê difire û wenda dibe. Her çiqas tûj û tund be jî, ti car cihê xwe nagire û ji wendabûne jî nafilite.

Divê her Kurd vê çîrokê bixwîne

Kar û xebata Mehmet Bayrak jî, sekn û helwesta wî ya xwedî îstiqrar jî vê rastîyê careke din li ber çavan radixîne û bi zelalî îspat dike. Ew kesên ku 40 sal berê xwe sîyasetvan û rêvebirên giregir dihesibandin, kî bûn? Xêncî çend gotinên ezber û dubarekirî çi kirin û li paş xwe mîrateke çawa hiştin? Ne kes navê wan dizane, ne jî ji kar û xebata ku binerd û nedîtbar hayîdar e. Lê Mehmet Bayrak û Özgür Gelecek, ya jî bi navê xwe yê Kurdî Pêşeroja Azad? Piştî hêjmara 8’an dawî li weşana kovarê hat, lêbelê îro di xala Kurdolojîyê da Özgür Gelecek êdî wek dibistaneke zanyarî tê dîtin û naskirin. Mehmet Bayrak jî wek damezranêr û mamosteyê wê dibistanê, di berhemên xwe yên domdar û mayînde da, qasî ku rûreşîya dagirkeran li ber çavan raxist û radixîne, ewqas jî dîroka Kurdan zelal, siberoja wan jî ronî kir û dike…

Ev pirtûk, “Kürt Kimliği Mücadelem - Nasnameya Kurdî û Tekoşîna min“ jî çîroka tekoşîna Mehmet Bayrak e, ku divê her Kurd wê çîrokê bixwîne û ji hebûna wê bêpar nemine…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.