Namzetên Gel: Em ê xwe rê ve bibin

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:05

Namzetên şaredariyên gel ên DEM Partiyê bal birin ser talengerî, rantxurî û dijminatiya qeyûm a li çand û zimanan û gotin encex di rêveberiya wan de ziyanên qeyûm dikarin ji holê werin rakirin û gotin ew ê bibin xwedî polîtîkayên pirzimanî, qadên nû ji bo jin û ciwanan ava bikin û bi gel re bajêr rê ve bibin.

Ji namzetên Hevşaredariya Bajarokê Dugnûkê ya navçeya Melazgir a Mûşê Aşan Ateş a ji DEM Partiyê 21 salî ye û namzeta herî ciwan a Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.

Aşan Ateş a 21 salî li gel Agît Çetîn bû Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajaroka Dugnik a Melezgirê.

Ateş got, ‘’Di vê rêyê de em dixwazin hemû jin û ciwanên me piştgiriya partiya xwe bikin, vîna wan hembêz bikin û dawî li desthilatdariya wan bînin.”

Em ê xizmeta baş ji gel re bikin

Namzeta Hevşaredariyê Ateş têkilî xebatên ku dema rêveberiya wan de wê werin kirin got “Ji bo jinên me di her qadên jiyanê de mafên xwe bi dest bixin em ê têbikoşin. Hîn binesaziyek şaredariya me ya Konakuranê tune ye, kanalîzasyon tuneye, hemwelatiyên me hene ku av li malên wan tune ye. Em ê bê cudahî xizmetên herî baş pêşkêşî bajarê xwe, hemû gelê xwe, jin û ciwanan bikin." 

Em ê bi gel re çareseriyan bînin

Agît Çetîn jî diyar kir pirsgirêkên bajarê wan pir giran in û ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê projeyên wan hene. Çetîn got,’’Em ê bi gelê xwe re hemû pirsgirêkên xwe biqedînin. Banga me ji vir li hemû gelê me ev e ku di 31’ê Adarê de xwedî li sindoqên xwe xwedî derkevin.

Tenê DEM dikare ziyana qeyûm ji holê rake

Yek ji namzeta Şaredariya Sûrê ya Amedê ya DEM Partiyê Gulan Fatma Onkol jî diyar kir ku li hemberî navçeya Sûrê polîtîkayek taybet a asîmlasyonê tê pêkanîn û got ji ber siyaseta qeyûmê gelek koçberî çêbûn. Onkol got, “Em ê li dijî wan têbikoşin. Em ê tevî gelê xwe ji nûve ava bikin. Em ê dîsan bi serbikevin.”

Onkol, da zanîn ku navçeya Sûrê ji ber cihek dîrokî ye û gelek çand û bawerî lê jiyan e, hêj wê zîndîbûna xwe diparêz e û got, “Li Sûrê bi salan e bi rejîma qeyûm re polîtîkayên qirêj bi rengekî sistematik tên meşandin. Piştî sala 2015’an bi koçberkirina gel hewl tê dayin dayîn ku ew çand û kevneşopî ji holê bê rakirin. Di bin navê bajarvaniyê de avahiyên dîrokî û qadên jiyanê hatin hilweşandin. Ji ber vê yekê xebatek berfireh li pêşiya me ye. Tenê DEM Partî dikare texrîbata ku di encama pratîk û hişmendiya qeyûmê mêtinger de pêk hatiye ji holê rake û cewhera Sûrê biparêz e.

Hê kavilên erdhejê nerakirine

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahatîn Bîlgîn diyar kirin ku ew ê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê şaredariya gel ava bikin.

Turkan Erkenek  bi bîr xist ku li Semsûrê erdhejeke mezin pêk hat û got ku birînên erdhejê hê jî nehatine dermankirin. Erkenek wiha dirêjî da axaftina xwe:"Gelê me hê jî di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijî. Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye, hê jî bermahiyên erdhejê nehatine rakirin.

Em ê hesabê erdhejê bipirsin

Bîlgîn jî anî ziman ku li Semsûra ku bi salan e ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, pirsgirêkên bajêr nehatine çareserkirin û wiha got: “Li Semsûrê bajarvaniya bê plan heye. Di binesaziyê de pirsgirêkên cidî hene. Li Semsûra ku bi salan di bin desthilata AKP'ê de ye, pirsgirêkên bajêr nehatin çareserkirin. Em ê Semsûrê bi nêzîkatiya şaredariyê ya ku qîmetê dide gel, ne rantê, bi rê ve bibin. Em ê hewl bidin ku rêyên fireh û bajarvaniyeke li gorî xwezayê ava bikin.’’

Bilgîn her wiha got,’’Qanûna efûya îmarê li Semsûrê bû sedema felaketê. Sedema vê jî polîtîkayên rantê ne. Em ê li dijî van polîtîkayên rantê bin. Em ê ji kesên ku bûne sedema vê felaketê hesab bipirsin’’

Em ê qeyûm bişînin

Namzetên DEM Partiyê yên Stewrê yên Mêrdînê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu, destnîşan kirin ku wê bi çarçoveya daxwazên gel xebatan bikin û diyar kirin ew dixwazin bi avakirina qadên îstîhdamê pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin. 

Onder, bi bîr xist ku du serdem in bajar ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û wiha got: “Em ê qeyûm dîsa bişînin. Wê vîna gel were ser kar. Şaredarî ji bo gel heye. Divê bi gel re were birêvebirin. Divê biryar bi gel re werin girtin. Em ê jî bi vî awayî bi rê ve bibin.”

Şaredariya Pirzimanî

Onder, anî ziman ku li navçeyê gelên cuda bi hev re dijîn û bilêvkir ku şaredariya pir zimanî û pir çandî diparêzin. Onder, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em weke partî hebûna çand û gelên cuda diparêzin. Em têkoşîna hemû gelan didin.”

Wê pêşî li koçberiyê were girtin

Oncuyê jî anî ziman ku di salên dawî de li navçeyê tespîtkirine ku ciwan bi awayekî zêde koç dikin û bi lêv kir ku xebata wan a destpêkê ew e ku pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin. Oncu ya ev rewş weke “rewşeke lezgîn” penase dike, wiha got: “Divê ewilî em sedemên koçkirinê tespît bikin. Ciwan çima koç dikin?’’

MA/ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.