Namûsa me

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 5 Tebax 2021 - 03:22

Dema ku li Şengalê ferman çêbû herî zêde jinên Êzîdî bûn qurbanî û mexdûr. Her tim qala revandin û firotina 5 hezar jinên Êzîdî tê kirin. Piraniya wan jinan hatin rizgarkirin û dîtin. Lê hê jî aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn. Ew jin li ku ne û çi bi serê wan hat nayê zanîn. Çîroka her jinekê bi serê xwe dibe pirtûk.

Çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi hezaran jin revandin û li bazaran firotin. Wî wextî meydan ji DAIŞ'ê re hatibû hiştin. Ji Mûsil heta Şengalê ji Sûrî heta gelek deverên Iraqê dagirkeriya DAIŞ'ê hebû. Ev dagirkerî êdî bi dawî bû. Lê şopên wan rojan hê jî xuya dikin. Vê fermanê herî zêde derba xwe li jinên Êzîdî xist. Li ser wê fermanê film hatin çêkirin û pirtûk hatin nivîsandin. Lê kes zêde li ser pêkhatina wê fermanê nasekine. Kê destûra wê fermanê da û çima dan ? Yên ku deriyê Şengalê ji qirkirinê re vekir kî bûn û çima nehatin cezakirin ? Divê mirov li vê yekê bipirse. Lê niha em li encamê dinêrin. Encama ku wan çeteyên hov li pey xwe hiştine.

Dinya hemû bû şahid bê di sedsala 21'ê de çawa jin li bazaran wekî xenîmet hatin firotin. Ew jî jinên Êzîdî, jinên Kurd bûn. Em qala milyonan Kurdan dikin, lê hejmareke ewqas zêde ku serê xwe li ser vê mijarê êşand tinebû û hê jî tineye. Dema bûyerek diqewime Kurd bi navê namûsê jinê qetil dikin. An jî bi navê namûsê nerazîbûna xwe tînin ziman. Lê di meseleya Şengalê de bi vî rengî jî nefikirîn. Eger jin namûsa wan bûya wê namûsa xwe parastibana. Kesên xwedî li parastina wan derketin ên digotin jin jiyan e. Erê em qala hezaran jinên Kurd û Êzîdî dikin ku çawa ji aliyê çeteyên hov ên cîhanê ve hatin revandin. Tiştek nema bi serê wan jinan neanîn. Dehê caran firotin, tecawiz û êşkence li wan kirin. Hê jî ev trajedî dewam dike. Ji bo ku wan jinan bê îrade bikin her tişt kirin. 

Bêguman em ji bo tevahî Kurdan vê pênaseyê nikarin bikin. Lê dîsa jî rewşeke ku piranî têde cih digrin heye. Ma mirov di vê rewşê de çawa dikare rehet razê û rabe. Xwe têxin şûna wan malbatan. Bifikirin ew jinên hatin revandin keç an jî hevjîna we be. Dayîk an jî xaltîka we be. Lê em wilo jî nefikirîn. Dibêjin agir cihê ku lê derdikeve dişewitîne. Rewşa me Kurdan jî ev e.

Heta ku aqûbeta wan jinên hatine revandin eşkere nebe û yên bûne sedema vê felaketê neyên cezakirin emê nikaribin rehet bimeşin. Yên bûne sedema wê karesatê divê hesab bidin. Têkoşîn û berxwedana me divê ji bo hesabpirsînê be.

Îro jî heman talûke û xetere li ser Şengalê û gelek deverên din heye. Kurd hê jî di çerxa qirkirinê re derbas dibin. Eger îro dinya behsa wê qirkirinê dike û ya li Şengalê hatî kirin wekî jenosîd qebûl dike wê demê divê ji bo careke din pêk neyê destûra wê nede. Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an şûnde Şengalê rêveberiyek xwe ava kir. Li wê derê sazî û rêxistin hene. Hêzên xweparastinê hene. Eger Ewrûpa û Emerîka ji dil bin bila rêveberiya li wir nas bikin û xweseriya li Şengalê qebûl bikin. Eger vê yekê nekin wê demê ew jî şirîkên sûcê qirkirinê ne.
Tişta li Şengalê hatî kirin şikandina îradeya gelê Kurd û Êzîdiyan bû. Bersiva li dijî fermanê jî hêja û xurt bû. DAIŞ'ê texmîn nedikir ku wê dawî li dagirkeriya wan were anîn. Lê ji Şengal heta Kobanê û gelek deveran dawî li hebûna DAIŞ'ê hat. Yên ev yek kirin jî şervan û gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurdistanê bûn. Ji bo parastina axa Kurdistanê canê xwe feda kirin. Ew şehîdên rûmeta Kurdistanê ne. Eger em qala namûsê dikin wê demê divê her kes li dijî dagirkeriyê rabe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.