Name û pirtûkên Kurdî nadin girtiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:03

  • Pirtûk û nameyên bi Kurdî yên ji girtiyan re tên şandin, bi hinceta "wergêr tine ye" radestî girtiyan nayên kirin.

Pirtûk û nameyên bi Kurdî yên ji girtiyan re tên şandin, bi hinceta "wergêr tine ye" radestî girtiyan nayên kirin. Parêzer Ceren Yilmaz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ji bo name û pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, divê li girtîgehan wergêr hebin. 

Li gorî rapora Herêma Anatolyaya Navîn a sala 2021'ê ya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, ji girtîgehên cuda yên Anatolyaya Navîn 287 girtî ji ber binpêkirinên mafan miracaetî ÎHD'ê kirine. Pirraniya girtiyan diyar kiriye ku rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun û Atilimê nadin wan û ji xeynî kanalên televîzyonê yên îdareya girtîgehê diyar kirine, ti kanalên din tine ne. 

Li gor îfadeyên di raporê de, pirtûkên Kurdî yên ji girtiyan re tên şandin, bi hinceta "wergêr tine ye" nadin girtiyan. Her wiha nameyên Kurdî jî bi heman awayî bi heman hincetan nadin girtiyan. Girtî Îsmaîl Çevîk ê di Girtîgeha Afyonkarahîsar a Jimare 1'ê de, gotiye, pirtûkên Kurdî yên jê re hatine şandin, îdareya girtîgehê nedane wî. Çevîk, dide zanîn ku ji bo vê daxwazname nivîsiye û îdareyê jê re gotiye, karmendê ku pirtûkên Kurdî kontrol bike tine ye, gava heqê wergêr bide, pirtûk dê radestî wî bên kirin. 
 
Nameyên Kurdî nayên şandin 

Salîha Cebe ya di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de jî diyar kiriye ku kotaya ji bo pirtûkan ku di dema Rewşa Awarte de dest pê kiriye, hê jî dewam dike. Cebe got, ji bo kotaya pirtûkan tu biryar teblîxî wan nehatine kirin û nameyên wan ên bi Kurdî jî nayên şandin. Her wiha Cebe, aniye ziman ku nameyên bi Kurdî yên ji wan re tên jî piştî çend mehan didin wan û ji bo vê miracaetî îdareyê kirine, lê îdareyê ji wan re gotiye ji ber ku wergêr tine ye nameyan nadin wan. 

Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Parêzer Ceren Yilmaz jî got, ev pirsgirêk hê jî didomin û li her girtîgeha bi pêkanînên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Yilmaz, da zanîn ku li qawîşên edlî yên Girtîgeha Sîncanê îdareya girtîgehê mehê du pirtûkan tenê dide girtiyan û got: "Helwêsteke pir kêfî heye. Ev di warê derûniya kesên girtî de, bi tu awayî nayê qebûlkirin." 

Yilmaz, destnîşan kir ku heman tişt ji bo rojname û kovaran jî lê ye û paşê got, "Di warê weşanên muxalif de pirsgirêkên pirr cidî hene û ev dibin sedema binpêkirinên mafan ên cidî." 

82 roj in di rojiya mirinê de ye 

Yilmaz da zanîn ku heta niha ji ber binpêkirinên mafan gelek caran wan miracaetî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) kiriye: "Hê jî miracaetên me nehatine bersivandin." Yilmaz bi bîr xist ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, Sîbel Balaç ji ber qedexeyên kêfî yên derbarê pirtûk, kovar û rojnameyan de 82 roj in di rojiya mirinê de ye. Yilmaz, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî Zerrîn Yilmaz a cezayê muebeda girankirî lê hatiye birrîn, pirtûkeke bi navê "Esmer Yara Beyaz Kurt" nivîsiye û pirtûk ji Weşanên Aramê derketiye û hin kesan ji bo îmzekirinê pirtûka wê jê re şandine, lê îdareya girtîgehê pirtûkan nade wê. 
 
‘Divê li girtîgehê wergêr hebe’ 

Yilmaz, ji bo helwêsta îdareya girtîgehê ku bi hinceta nebûna wergêr name û pirtûkên bi Kurdî nade girtiyan, got: “Heger name yan jî pirtûk ji girtiyan re bên, berpirsê venihêrina wan ne girtî ne. Her wiha venihêrîna ji aliyê îdareya girtîgehê jî girtiyan elaqedar nake.

Lewma gava îdareya girtîgehê ji bo name û pirtûkên bi Kurdî bibêje 'divê ez tevdîrê bigirim û li naveroka wê binerim', ev tenê îdareya girtîgehê elaqedar dike. Yanî hinceteke wekî 'wergêrê me tine ye' nayê qebûlkirin. Heger mesele ne binpêkirina mafên girtiyan be, naxwe divê li girtîgehê wergêr hebe."

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.