Nabe ku huner kerr û kor û lal be

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 14 Tebax 2022 - 22:00

  • Koma Berxwedan di albuma xwe ya 1987´an a bi navê Botan de navê Egîd hildida. 

Koma Berxwedan di albuma xwe ya 1987´an a bi navê Botan de navê Egîd hildida. Ne piştî pêngava 15´ê Tebaxê, lê piştî şehadeta Egîd ev album û strana li ser ê hatibû çêkirin. Ez ne şaş bim dengê Xelîl Xemgîn bû, prologek “dixwend”. Piştî wê li dengê dûdûkê me qederê 2 deqîqeyan digihîne melodiyên strana esasî ya li ser Egîd: Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda, bijî bijî pilingê çiya, serleşkerê hêja.

Lê “serleşkerê ordiya me” piştî şehadeta xwe di hunerê Kurdan de navê wî hatibe hildan jî, ew fîşeka yekê ya ku bû vejîn ji bo miletekî, bi zehmetî rê û dirb ji xwe re peyda dikirin da ku xwe berde nav meydana hunerê şoreşger bi xwe de jî.

Esas li vir û li wir şûn û şopên wê hebûn. Mesela di albuma “Muxtaro” û di strana muxtaro ya Hozan Dilgeş de, “Qereqolên 84´an” ên ku muxtaran xwe bi pereyan firote wan, îşaret bi wê fîşeka yekê jî dikir. Lê albuma 1989´an yekser behsa fîşeka yekê nedikir. 

Jixwe marşa 15´ê Tebaxê ya ku koma Berxwedan di albuma xwe bi heman navî ya sala 1993´yan de weşand hema hema 10 salan piştî pêngavê dihat weşandin. Piştre gelek marş û stranên li ser 15´ê Tebaxê hatin weşandin. Lê xwedê dizane weke marş ya herî zêde li bîra xelkê ma ya Koma Berxwedan bû. Fîşeka yekê çima ewqasî dereng di hunerê Kurdan de dengê xwe da bihîstin? Yan jî pirseke din bikim, çima hîna saleke şerê Bagokê neqediyabû, “bijî şerê me li Bagokê” nemir bû. Ji bo wê jî xwedê ji gorgeheşt Hozan Dilgeş razî be.  

Li vir rexneyeke esas pirr dijwar dikim. Lewma tevî ku di propaganda û hunerên ajîtasyonê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê de 14´ê Tîrmehê, 15´ê tebaxê bi rola bûyerên damezirîner radibin, sermeselê, filma 14´ê Tîrmehê piştî wê bi 37 salan hat çêkirin. Filma 15´ê Tebaxê hîna jî nehatiye çêkirin û va ye 38 salên wê temam bûn.

Weke min li serî jî îşaret pê kir, şehîdbûna fermandarê 15´ê Tebaxê yan jî şehîdbûna 20 gerîlayên pirraniya wan nû perwerde dibûn - li Bagokê - zûtir cihê xwe di wî hunerê Kurdan de yê herî zû aktuel dibe, digire. Em behsa muzîkê û stranan dikin helbet.

Lê ev cihgirtin esas ne ji ber rola damezirîner a bûyeran e, lê bêhtir ji ber rêzgirtina ji şehîdî/şehîdan re ye. Ne ku şerê li Bagokê kêm e. Ew şerekî ecêb bû ku nîşan da komek gerîlayên Kurd dikarin li dijî artêşekê şev û rojekê şerekî giran bikin. Lê axir cihgirtina wê di hunerê muzîkê de ji rêûresmekê feyza xwe digirt. Ew rêûresma ku têkçûn û mirin yan jî şehîdbûna qehremanan bi kilam, stran û muzîkê bi bîr tîne. Ev jî tiştekî çê ye. Lê hunerê me yê ku hêz û feyza xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê digire, çima li wê zêde nake, yan jî çima kêm lê zêde dike.  

Egîd qehremanekî welê ye ku hêja ye li ser ji yên heyî bêhtir berhem di her warî de bên çêkirin. Sermeselê ez nizanim çima heta îro kitebeke biyografiyê ya bi rêkûpêk li ser wî nehatiye nivîsîn, çima li ber wê berhemên şano û sînemayê nehatine hilberîn.

Heman pirsê ji bo bûyera ku em îro weke Cejna Vejînê bi nav dikin jî bipirsim. Çima filma heta filmên 15´ê Tebaxê heta îro nehatine çêkirin? Çima berhemeke pak û tekûz a şanoyê xweşik bi vê meselê danakeve?

Diyar e huner vî karî weke yê rojnamevanan dibîne. Yanî hin dosya, hin nivîs wê behsa wê bikin û ew ê çêbe.

Bivênevê ji xwe dipirsim, gelo ji bo xwe “banal” dibînin? Yanî xelk bûyerên damezirîner ên ji bo miletê xwe piştî bi sedan salan jî banal nabînin û her bi awayên nû û hizrên nû wan di çarçoveyên nû yîn damezirîner de bi cih dikin, lê sedem her çi be, Kurd xwe kêm didin ber vê yekê. Divê ev yek biguhere, Kobanê çawa ji bo miletê me bûyereke damezirîner bû, wiha û heta ji wê gelekî wêde, 15´ê Tebaxê bûyereke damezirîner bû. Heger huner nikare vê bibîne, huner gor e. Heger huner nikare bibe dengê wê huner lal e. Û heger huner nikare dengê wê guleya 15´ê Tebaxê nabihîse, huner bêguman kerr e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.