Muzeya Dengên Serhildêr

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Tebax 2021 - 03:12

Ji Şîlî, Perû, Arjantîn û Swîsreyê hunermend û aktivîst li hev civiyan û li Şîlî pêşangeheke bi navê “Muzeya Dengên Serhildêr” vekir. Pêşangeh dê heya 3’ê Îlonê  li “Parka Valparaiso ya Çandê” vekirî bimîne û Tsonami Arte Sonoro piştgiriyê dide pêşangehê.

Di pêşangehê de berhemên cûr bi cûr yên ji hêla hunermendan ve hatine çêkirin dê cî bigirin. Berhemên weke peyker, vîdeo, grafîk, wêne, podcast û arşîv dê di pêşangehê de hebin. Hunermendên beşdarî vê pêşangehê dibin dixwazin balê bikêşin ser pirsgirêkên civakî û bobelatên ku bi serê mirovahiyê ve tên.

Her wiha ew bi sêwirandin û afirîneriya xwe berê mirovan didin utopyayan jî. Dixwazin mirov li ser rewşa dinyayê biponijin da ku careke din ev bobelat bi serê mirovahiyê ve neyên û mirov karibin li hember bobelatan li rex hev têbikoşin.

Rêvebirê “Muzeya Dengên Serhildêr” Fernando Godoy derbarê pêşangehê de dibêje, “Hêleka dîrokî ya pandemiyê hebû û di hemû qadên jiyanê de tesîra xwe nîşan da. Lê mirov dikare bibêje deng kolan û bajaran wergerand orkestrayeke kolektîf. Li kolanan her tim deng li pêş bû. Ji ber vê yekê pandemiyê hişt ku em bi awayekî kolektîf bifikirin û xwe biguherînin. Bi vê pêşangeh û muzeya li ser dengan em dixwazin aloziya pandemiyê vebêjin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.