Weşanxaneya Neqş û Şilêrê yên ku li Rojavayê Kurdistanê xebatan dibin serî di bin banê “Rêzepirtûkên Anarşîzmê” de pirtûkeke nû ya bi navê “Bajarîbûna li dij şehran-Geşbûn û têkçûna hemwelatîbûnê” çap kirin.
Ev pirtûka ku ji hêla Murray Bookchin ve hatiye nivîsandin ji Ingilîzî hatiye wergerandin. Sora Işikoxlu pirtûk ji zimanê Ingilîzî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Her wiha nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq jî edîtoriya pirtûkê kiriye.
Sererestkirin û xwendina dawîn jî Dilovan Soroxan kiriye. Ferîd Xelîl û Serwer Mirad jî ji bo pirtûkê bergekî hazir kirine û bi rûpelsaziya pirtûkê re mijûl bûne.
QAMIŞLO