MSD nûneriya gelan dike

Duşem 26 Îlon 2022 - 03:07

  • Ji niha û pê ve ya ku divê bê kirin ew e ku bereyeke xurt were avakirin ji muxalefeta demokratîk a Sûrî, rewşenbîr û xelkê naskirî û li hemberî rejîma Sûrî em li ser maseyê pê re rûnin. Ev bere, divê rayedara tikîtenê be ya ku wê rejîma li Sûrî biguhere û veguhere.  

ERKAN GULBAHÇE/SAARBRUCKEN

 

Dewleta Tirk êrişên xwe ji destpêka biharê ve bê navber li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike. Em li ser van êrişan, hewldanên nêzîkbûna hev ên dewleta Tirk bi hikûmeta Şamê re û tetbîqata Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi QSD´ê re bi Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed  re peyivîn.

Îlham Ehmed îşaret bi hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de dike û dibêje, “Hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de bi daxwaza Rûsyayê û di bin çavdêriya wê de pêk tên. Ji ber şerê li Ukraynayê, ew dixwaze li Sûrî rehet be, aloziya li Sûrî tavilê bi dawî bibe. Pêvajoyeke bê şer a li Sûrî wê Rûsyayê gelekî rehet bike. Rûsya li ser vê pîlanê ji mêj e dixebite.”

“Em dizanin ku di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de li ser bakurê Sûrî û Idlibê hevdîtin hene, û em dizanin li ser van mijaran li ser maseyê rûniştine. Armanca hevdîtinên Tirkiye û Sûriyê tepisandina têkoşîna gelan e. Em jî van hevdîtinan weke 'liyeknêzîkbûneke bi tehlûke' bi nav dikin.” 

Di dewamê de ew dibêje, “Heger wê lihevkirinek hebe jî, ne di berjewendiyên dewletan de, lê divê ew bibe lihevkirineke welê ya ku berjewendiyên gelan, bipêşveçûna demokrasiyê jê re esas bin. Helwêsta me gelekî zelal e. Em ê ti lihevkirina ku berjewendiyên gelên li Sûrî li ber çavan negire, neparêze, qeûl nekin û heta dawiyê jî têkoşîna xwe dewam bikin.”

Heqê me parastina miletê me ye

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava jî, Îlham Ehmed bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku aliyê êrişkar û sûcdar dewleta Tirk e: “Tirkiye êrişê dibe ser erdên me, malên me bombe dike, mirovên me qetil dike. Ew van êrişan li ber çavên dinyayê dike, eşkere dike. Ji mafê me ye û em heq in, gava ku em li ber van êrişan disekinin û mirovên xwe diparêzin. Di ti warî de yê ku em lê heq in, em ê paşve gavê neavêjin. Heta dawiyê jî em li hemberê van êrişan li ber xwe bidin.” 

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed li ser hewldanên xwe yên dîplomatîk ên li dijî van êrişan jî dipeyive û dibêje, “Ji bo ku em armanca bi rastî ya dewleta Tirk nîşan bidin, pîlanên wê deşîfre bikin, hewldanên me li meydana navneteweyî dewam dikin. Ji bo ku hêzên navneteweyî êdî destekê nedin dewleta Tirk û pişta têkoşîna me ya demokratîk bigirin, hem li herêmê û hem jî li meydanan navneteweyî hevdîtin û hewldanên me dewam dikin.” 

Ji ber ku Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişên dewleta Tirk û kirinên wê yên li deverên dagirkirî weke sûcê şer bi nav kir, Îlham Ehmed razîbûna xwe îfade dike û dibêje, “Di vê pêvajoyê de Komîsyona Mafê Mirovan a NY’ê vê dibêje. Ev erênî ye. Nexasim jî çeteyên dewleta Tirk qanûnên navneteweyî tine dihesibînin û li deverên dagirkirî sûcên şer dikin. Em ê weke heta niha, ji niha û pê ve jî sûcên dagirkeran rapor bikin û bidin rayedarên peywendîdar.”

 

Cenevre têk çû alternatîf bereyeke fereh e

Îlham Ehmed îşaret bi bibinketina muzakereyên li Cenevreyê dike û dibêje, “Prosedureke şaş bû. Bi derdoreke teng a muxalefetê û bi rejîma Sûrî re çarçove hatibû sînordarkirin. Pêkhateyên muzakereyan bi rastî jî nûneriyan gelên li Sûrî nedikir. Ev jî sedema herî girîng a bibinketina Cenevreyê bû. Ji niha û pê ve ya ku divê bê kirin ew e ku bereyeke xurt were avakirin ji muxalefeta demokratîk a Sûrî, rewşenbîr û xelkê naskirî û li hemberî rejîma Sûrî em li ser maseyê pê re rûnin. Ev bere, divê rayedara tikîtenê be ya ku wê rejîma li sûrî biguhere û veguhere. Divê nûneriya tevahiya gelên Sûriyê bike, û karibe bersivê bide daxwazên van gelan. MSD´ê bi vî awayî heta niha xwe da ber nûneriya gelên li Sûrî û bi roleke girîng rabû. Ji niha û pê ve jî em ê bi rola xwe rabin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.