MSD: Hedefa êrîşê demokrasî ye

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:38

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa 26’ê Sibatê  ya li dijî avahiya Meclisê ya li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şeva 26’ê Sibatê êrişeke terorî li dijî navenda me ya li bajarê Qamişloyê hat kirin. Kesên nenas bombeyek avêtin hundirê sûra avahiyê. Ziyanên êrişî tenê madî bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.

Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vî êrişê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo pêkanîna demokrasiyê li welat dikin armanc.

Em ji raya giştî re teqez dikin ev êriş me ji xebatên bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta istiqrareke siyasî ya sûriyeyî dixwazin, pêk were."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.