Mozart û Ziryab

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Çile 2023 - 02:40

Ew yek ji navên herî mezin ê muzîka klasîk bû. Çileya 1756´an li bajarê Awusturyayê Salzburgê hatibû dinê. Îro jî muzîka wî ji qedrê xwe kêm nekiriye. Em behsa Wolfgang Amadeus Mozart dikin. Notayên muzîka wî yên ku îro jî li seranserê dinayayê tên lêxistin û tên bihîstin, bi serê xwe xwedî çîrok û serpêhatiyeke dûr û dirêj in. Gelek name û nivîsên ji ber wî mane jî kirine ku piştî mirina wî jî ew baş bê naskirin. Lê çawa wî karî berê xwe bide hilberîneriyeke welê jîr a muzîkê? 

Serpêhatiya vê yekê esas li Bexdayê dest pê kir û di sedsala 9´an de xwe gihand Kordobaya li Endelûsê jî. Hingê li başûrê Spanyayê hukmê Emewiyan hebû. Li Kordobayê wan navendeke mezin a rêveberiyê ava kiribû. Li wê navendê Ziryab yan jî bi navê xwe yê tam Ebû-l-Hesen Elî ibn Nafî, 11 salan wezîrtî kir ji Emewiyên Spanyayê re. Ji sala 819´an heta 830, ew wezîrê Huner, Perwerde û Çandê bû li qesra Siltan. Ew jî Çileyê 857´an 67 yan jî 68 salî miriye. 

 

Ji muzîkê heta bi modeyê 

Axir Ziryab ji Başûrê Kurdistanê ye, cihê lê ji dayik bûye, xweş nayê zanîn. Pirraniya çavkaniyan wî weke Kurd didin nasîn. Ji ber ku navê saza gîtarê jî ji sêtarê tê, û wî ev saz çêkiriye û belav kiriye, ev çavkanî bêhtir nêzî rastiyê ne. Ji xwe tesîra wî ya li ser muzîka Ewrûpî û xasma ya Spanî jî, vê qebûlê xurt dikin. Ziryab stranbêj, tembûr û ûdjen bû; ew bestekar, helbestkar û mamoste jî bû. Ew li ber destê Brahîm Mûsilî yê Kurd mezin bû. Îbrahîm Mûsilî jî esas li Bexdayê mamosteyê muzîkê bû. Piştî dersên destpêkê yên li ber destê wî, wî berê xwe da Sûrî, û Tûnisê. Pêşî mîrzayê Emewiyên Endelûsê El-Hekem ê yekê (hukmê wî: 796-822) ew vexwend Kordobayê. Axirî ew çû Kordobayê û li cem Siltan Ebdurehmanê Duyem li qesra wî bû muzîkjen. 

Ji bilî avakirina dibistaneke muzîkê, karûbarên li ser ûd û tembûrê û destpêkên qeydkirina muzîkê bi notayan, wî mode jî bire Kordobayê. Ew di heman demê de weke damezirînerê rêûresma muzîka Endulûsî tê qebûlkirin. Ew zanyarekî gerdûnî bû yanî wî ji astronomî, dîrok û cografyayê fêm dikir.

Nûkeriya wî ya di modeyê de jî ew bû ku xelk li gorî demên salê cilûbergan li xwe bikin. Hasilî, Mozart karî notayên xwe yên wê muzîka xweş, nekarî bêyî ku Ziryab dibistana xwe li Kordobayê vekira, binivîsanda. Yanî esas şerq û xerb ne dûrî hev û ne ji hev qut in. Bi dîn, zanist, çand û huner, ew di zikhev de ne. Ziryab jî yek ji nîşanên vê yekê ye. n NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.