Mizgefta yekê ya Tirkan Kurd e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Îlon 2021 - 05:11

MASÎS HESKÎF
QERS

Mizgefta Ebu’l Menûçihr li bajarê kevnar Aniyê bi destê dewleta Şedadiyan a Kurd hatiye çêkirin. Niha dewleta Tirk qaşo mizgeftê restore dike da ku li îbadetê veke. Armanca dewleta Tirk ew e ku bi rêya vî tiştî bêje, Anî welatê Tirkan e. Serokê Navenda Lêkolîna Çanda Qefqasan, Alî Îhsan Alinak dibêje, Anî mîrasa dinyayê ye, dewleta Tirk dixwaze wê weke welatê Tirkan bide hîskirin û “ruhê Aniyê xira dibe”.

Bajarê kevnar ê Aniyê yê li başûrrojhilatê Qersê, beriya qederê hezar salî bi Uraratuyan dest bi rêwîtiya xwe ya dîrokê dike. Di serdema Navîn de li ser rêyeke muhim a bazirganiyê bû. Li bajêr dêr, mizgeft û ateşgeh û avahiyên dînên din hene. Bajar weke Mîrasa Dinyayê sala 2016´an hat belgekirin. 

Li Aniyê di serdema dewleta Şedadî ya Kurd de Mizgefta Ebu’l Menûçihr hatiye çêkirin. Dewleta Tirk niha hewl dide vê mizgeftê weke “mizgefta pêşî ya Tirkan a li Anadolê” bide nasîn. Bi ser de jî behsa vekirina mizgeftê li îbadetê tê kirin.  

Hewldana Tirkkirina Aniyê

Serokê Navenda Lêkolîna Çanda Qefqasan, Alî Îhsan Alinak li ser mijarê dibêje, “Di serdema hukumraniya Şedadiyan bajar paytexta wan bû. Mizgefta Ebu’l Menûçihr di salên 900’î de bi destê Şedadiyan li ser avahiyeke sivîl hatiye lêkirin. Mizgefta yekê ye li Anadol û Qefqasyayê. Di warê mîmarî de jî xas e, vê yekê jî nexasim minareya wê dide der. Rastiyeke dîrokî ye ku Şedadiyan mizgeft hatiye çêkirin. Radibin îro wê li îbadetê vedikin û weke ‘mizgefta yekê ya Tirk’ radigihînin raya giştî, ev bi serê xwe Şedadî û Kurdan red dike.  Ez vê weke hewldaneke hinekî tirkkirina Aniyê dibînim. Di nava Aniyê de yek ji mezintirîn ateşgehên Zerdeştiyan heye. Ji bo Kurdan û Êzîdiyan cihekî pîroz e. Mizgeft jî ya Kurdan e, lê navê Kurdan nadin.

Anî bajarekî pirrneteweyî yê bazirganî û dînî ye. Ji ber wê jî bi kolanên arkeolojîk ên li wir, xebatên restorasyonê avahiya bajêr xira dikin û dibin sedem ku Anî ruhê xwe ji dest bide.”

Wênegir Birkan Çelik jî dibêje, “Qey ne bes bû ku li her deverê mizgeftan çêdikin, li navenda bajêr Dêra 12 Hewariyan jî kirin mizgeft. Li dora wê jî 5 mizgeft hene. Niha jî mizgefta li Aniyê li îbadetê vedikin. Ev bi temamî biryareke îdeolojîk e.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.