MÎT û PDK hatin nexweşxaneyê

În 27 Cotmeh 2023 - 00:14

Jinên Mexmûrî ku di êrişên dewleta tirk de birîndar bûn û zarokên xwe winda kirin, nerazîbûn nîşanî Erdogan dan û tiştên ku ji bo Filîstînê gotin weke “durûtiyê” nirxandin. 

Zeynep Gabarî ya yek ji 3 kesên di êrişê de birîndar bû, tiştên jiyan wiha vegotin:“Dewleta tirk li dijî wargeha me êrişan pêk tîne. Êvara ku êriş çêbû me piştî xwarinê sifreya xwe rakir. Hêj min rekata xwe ya duyemîn a nimêjê temam nekir, dengekî zêde hat. Piştî deng ez ketim erdê û cam ketin ser min. Dû re zarokên min ez ji malê derxistin. Min ji wan re got ‘min berdin herin cihekî ewle’. Zarokên min ez birim nexweşxaneyê. Ez ji destê xwe birîndar bûbûm. Ez bilez derman kirim û destê min dirûn.” Gabarî, anî ziman ku yekane teseliya wan ew bû ku kêliya êrişê rastî dema şîvê hat û got: “Mala min ji cihê hate bombebaran kirin 300 mîtroyan dûr bû lê bombeyan bandor li hemû taxa me kir. Ji ber dema xwarinê bû, mirov li malên xwe bûn. Heke mirov li kolanan hebûna, dibe ku gelek kes birîndar bûbûna an jî jiyana xwe ji dest dabûna.”

Cîhan êrişên dewleta Tirk nabîne 

Gabarî, anî ziman ku rayagiştî ya cîhanê behsa Filistîn û Xezeyê dike û got: “Em jî li vê wargehê mirovên sivîl in. Jin zarok û mirovên pîr li vê derê dijîn. Dewleta tirk her roj êriş dike. Mala Xwedê bombe baran dikin. Îro tiştên ku dikin nabînin radibin li ser hin kesên din diaxivin. Dewleta tirk sivîlan dikuje, mizgeftan bombebaran dike. Dîsa li Rojava mizgeftan, nexweşxaneyan û cihên petrolan dide. Divê ev neyê qebûlkirin. Ne tenê li ser Filistînê divê cihên em lê dijîn jî bên rojevê û ev êriş bên rawestandin.” Dîsa di êrişa dewleta tirk a di 17’ê Cotmehê de li nêzî gundê Kanîkendî yê girêdayî navçeya Koye ya Hewlêrê Dilovan Îşlek şehîd bû û 3 jin jî birîndar bûn. Dayika Dilovan Îşlek Helîm Îşlek, anî ziman ku Erdogan ji aliyekî nerazîbûnê nîşanî kuştina mirovan dike li aliyê din sivîlan qetil dike û got ev yek “durûtî ye”.  

MÎT’ê û PDK îfadeya wan girtin

Îşlek, diyar kir ku dema gihiştin nexweşxaneyê hîn bûne ku rayedarên PDK’ê li nexweşxaneyê geriyane ku wesayîteke aydê PKK’ê hatiye bombekirin û birîndaran wê bînin nexweşxaneyê û got:“Dema em çûn nexweşxaneyê MÎT û îstîxbarata PDK’ê li nexweşxaneyê bû. Hatin wêneyên me kişandin, îfadeyên me wergirtin. Dixwestin me tazî bikin û kontrol bikin. Dema me bi wan re şer kir û mirov ketin navberê sekinîn.” 

Îşlek, got ku “Ji bo ku em xwedî li nasnameya xwe derdikevin rû bi rûyê êrişan dibin” û got: “Dewleta tirk ji ber vê yekê êriş dike. Çi ji Mexmûrê dixwazin. Em ji vê zilma dewleta tirk direvin û hatin vir lê hêj jî êriş dikin. Îro herkes xwedî li Filistînê derdikeve lê ji van deran re deng dernaxînin. Divê hemû cîhan vê derê jî bibîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.