MÎT û Muxaberat li dijî Kurdan
Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:12
- Bedran Çiya Kurd dibêje, armanca hevdîtinên MÎT´a Tirk û Muxaberata Sûrî tinekirina hebûn û destketiyên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser e.
MÛSTAFA ÇOBAN / ANF / QAMIŞLO
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bûyerên vê dawiyê, ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, pîlana dorgirtinê, hevdîtinên di navbera MÎT’a Tirkan û Muxaberata Sûriyeyê û gelek mijarên din de axivî.
Çiya Kurd derbarê ambargoya li ser Şehba û taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê got, a niha bandora vê dorgirtinê wekî krîzekê didome: “Li Qamişlo û Hesekê jî bandora vê krîzê tê dîtin. Em Rêveberiya Xweser naxwazin krîz û alozî zêdetir bibe. Lê rejîm bi vê siyaseta xwe krîzê kûrtir dike. Ev çend roj in ji çareseriya rewşa li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û ji bo çareserkirina rewşa li Qamişlo û Hesekê hewldanên me yên mezin hene lê heta niha di helwêsta rejîmê de ti guherîn tineye. Rûsya ji bo ku ev krîz mezin nebe, xwest qasidiyê bike.
Li gorî agahiyên dawî, rejîmê hêzên xwe yên di nav Tumena 4’an de zêde kirine. Heke rejîm bibêje, ‘Divê hûn bi gotina min bikin, ev xwexapandin e’ Ev tişt wê bibe sedem ku em hin gavan biavêjin. Em naxwazin pirsgirêk zêde mezin bibe û em ê li ser helwestên cihê jî nîqaşan bikin. Çi tiştên ku pêk werin rejîma Sûriyeyê jê berpirsyar e. Ji ber ku li ser bi sed hezaran kesên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dijîn, ambargo û dorpêçkirin heye. Ji bo îradeya gelê me yê li wir were şikandin û teslîm were girtin, vê dikin. Dixwazin siyaset û armanca xwe ferz bikin. Rejîmê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê ti fêde pêk neaniye. Berevajî wê, pirsgirêk kûrtir kiriye. Me mînaka vê li Xûta û Hûmsê dît. Niha jî hewl didin heman siyasetê li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Şehbayê bikin. Ev siyaset dibe sedema guherîna demografîk û koçberiyê.”
Rejîm xwe dixapîne
Bedran Çiya Kurd got, rejîm wê nikaribe îradeya gelê Kurd a li van deran bişkîne û wiha dewam kir: “Ew ê li hemberî berxwedana gelê me bi ser nekevin. Divê rejîm bi pêkhateyên gel re rûnê û siyaseta xwe dîsa di ber çavan re derbas bike. Lê rejîm heman feraseta xwe ya yekperest didomîne. Xweserî û îradeya gelê li wir nas nake û dibêje, ‘Hûn ê hemû bibin wekî me’ û dixwaze li wan herêman serweriya xwe dîsa ava bike. Ev siyaseta şaş wê li Sûriyeyê rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Divê xweseriya her herêmê li ber çavan were girtin yan na wê rejîm ji tiştên di destên xwe de jî bibe. Ew der bi salan bû navenda têkoşîna demokratîk a Sûriye û Rojava.
Di demên dawîn de rejîm bi hin welatên Ereban re hin têkiliyan datîne û dibêje qey wê rewş bibe wekî ya berê. Heke wisa bifikire wê xwe bixapîne. Ne mumkun e rejîm vegere rewşa xwe ya berê û her derê têxe bin destê xwe. Rejîmê li başûrê Sûriyeyê ti pirsgirêk çareser nekiriye û wê nikaribe li Heleb û Şehbayê jî van pirsgirêkan çareser bike.”
Tifaqa sûcên şer e
Bedran Çiya Kurd got, ji rejîma Sûriyeyê we ye, bala dinyayê li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê ye û wiha peyivî “Di rewşeke wisa de dixwaze zextê zêde bike, û têkeve van taxan. Bi feraseteke tekparêz û despot dixwaze xisûsiyeta wan taxan ji holê rake. Ya din jî, wisa xuya ye ku di navbera îstîxbarata Tirk û rejîma Sûriyeyê de gelek hevdîtin hatine kirin. Ev demek e ku her du rejîm dixwazin nêzî hev bibin. Yek tişta bi tenê heye ku rejîmên Şam û Enqereyê li serê li hev bikin; ew jî helwêsta li dijî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tirkiye a niha dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk û gelê me îmha bibe.
Heke rejîma Şamê bi dewleta Tirk re tifaqê bike, yanî binpêkirinên dewleta Tirk nedîtine û wan piştguh dike. Îro desthilatdarî li hemberî berjewendiyên gelê me bûne yek. Ev jî ji bo gelên li herêma me û ji bo gelên Sûriyeyê xetereke mezin ava dike.”
Armanc îmhakirina Kurdan e
Bedran Çiya Kurd derbarê hevdîtinên di navbera MÎT’a Tirk û Muxaberata Sûriyê de jî got, “Ev hevdîtin ev demeke di rojeva me de ne. Vê dema dawiyê dixwazin van têkiliyên îstîxbaratê bînin asta têkiliyên siyasî û dîplomatîk. Bi qasî ku tê zanîn, Rûsya qasidiya vê dike. Ji bo ku rejîma Şamê ji dorgirtina siyasî û dîplomatîk derxîne û têkiliyên wan ên bi welatên Ereban xurt bike û pê re jî têkiliyên îstîxbaratî yên Tirkiyeyê veguherînin têkiliyên siyasî, rewşeke wisa pêk tê.
Pîlanên desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî Rojava gelekî zelal e. Ew li dijî Rêveberiya Xweser û herêmên me dixebite. Ji bo ku piştgiriyê bistînin bi Şamê, welatên NATO´yê û Rûsyayê, bi her aliyî re têkiliyê datînin. Dixwazin ji bo êrişên nû firsendan ava bikin. Ji bo vê desthilatdariya ku ketiye nav pêvajoya hilbijartinê, înkar û îmha esas e. Ji bo tifaqa li dijî Kurdan û ji bo ku karibin Kurdan qetil bikin, 24 saetan dixebitin.”
Divê Rûsya bi rola xwe rabe
Bedran Çiya Kurd derbarê hevdîtinên di navbera Rojava û Şamê de jî got, “Ji bo ku diyalog pêk were, rejîm ne amade bû, rejîm li herêmên Rêveberiya Xweser vegeriya hemû saziyên xwe, ji ber vê jî diyalog pêk nehat. Girêdayî Heleb û Şehbayê ji bo rewşên li Qamişlo û Hesekê jî hêzên me yên ewlekariyê û Rûsyayê ji bo mesele were çareserkirin, hin hewldan çêbûn. Lê heta niha rejîmê ti gav neavêtiye. Bi zêdebûna dorgirtinê re, em ê qet nehêlin ku îradeya gelê me were şikandin. Ji ber vê ligel ku em naxwazin jî em ê hin tevdîrên mecbûrî bigirin. Divê Rûsya di vî warî de misyon û rola xwe bi awayekî cîddî pêk bîne.”
Dor li Rojava digirin DAIŞ´ê zindî dikin
Bedran Çiya Kurd ji bo helwêstên hêzên navneteweyî got, “Rûsyayê nexwest deriyê Til Koçer were vekirin. Koalîsyona navneteweyî û Emerîka jî li hemberî dorpêçkirinê ti hewldaneke pratîk nîşan nadin. Ligel ku gelek caran diyar kirin, herêm wê nekeve ber zextên aborî yên Sezar jî ti gava pratîk tine. Di vî warî de nikarim tiştekî bibêjim. Derî girtî ne û di her warî de dorpêçkirin heye.
Dixwazin gel li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser serî hilde û Rêveberiya Xweser tawîzan bide. Heke tiştekî wisa bibe, DAIŞ wê sûdê jê wergire. Her kes dibîne ka DAIŞ çawa xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Pirsgirêkên li herêmê ji xwe re wekî firsendê dibîne. Di vî warî de koalîsyona navneteweyî û Rûsya berpirsyar in. Siyaseta li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser, wê pirsgirêkên mezin ava bike û DAIŞ wê dîsa dest bi êrişan bike.”