Mirov bi zimanê xwe mirov e

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 22 Sibat 2021 - 01:38

21'ê Sibatê li seranserê cîhanê weke Roja Zimanê Dayikê tê pêşwazîkirin. Pîrozkirina vê rojê, gelek pirsan li gel mirovan peyda dike. Gelo çima pêwîstî pê hat dîtin ku rojeke wisa bê destnîşankirin? Ji ber ku ziman ji bo her civakê hêmaneke esasî ye. Bi gotineke din, ziman hebûn û nasnameya civakan e. 

Dema em bixwazin civakekê nas bikin, divê em rasterast bala xwe bidin zimanê wê û binihêrin gelo çandeke çawa ava kiriye û çawa dijî. Di jiyana mirov û civakê/neteweyê de ti tişt ji ziman ne girîngtir e. Ji ber wê, desthilatdaran li hemberî civakên bindest qedexeya çand û ziman weke çeka esasî ji bo xwe bi kar anîye. Bi bipêşketina pergala Kapîtalîzmê re polîtîkayên li hemberî hebûna zimanan metirsiyeke mezin da avakirin.

Ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin û civakên ku zimanê wan li ber tinebûnê ne, bên parastin, Rêxistina Perwerde, Çand û Zanist ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ev roj weke roja parastina zimanê dayikê pejirand. Li gorî UNESCO´yê ji % 40'ê mirovan ji perwerdeya bi zimanê xwe, bêpar in. 

Di nava vî ji sedî 40´î de Kurd jî gelek in. Bi sedên salan e ku li dijî civaka Kurd polîtikayên dagirkerî, qirkirin û asîmlasyonê hatine meşandin. Lê tevî hewildanan hemûyan jî Kurdan bi rêya ziman çand û hebûna xwe parastiye. Van salên dawiyê di encama berxwedan û berdêlên giran de hinek qadên perwerdeya bi zimanê dayikê hatin bi destxistin. 

Modela perwerdeya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê û ya Wargeha Mexmûrê ji bo gelên ku li herêm û cîhanê ji bo hebûn, nasmane û ziman têdikoşin, mînaka herî berbiçav e. Bêgûman ji bo parastina zimanê neteweyeke ku parçe parçe bûye, ev yek ne bes e. Lazim e li her warê jiyanê zimanê Kurdî bê bikaranîn da ku winda nebe. Divê em ji bîr nekin, dema ku em zimanê xwe neaxivin, bi zimanê xwe nexwînin, zimanê me wê nemîne.

Heger em pêşî li rewşa heyî negirin, mixabin wê zimanê me bi hesanî ji holê rabe. Ji ber ku hem li Welat, hem jî li derveyî welat girîngiya ku tê xwestin bi zimanê dayikê nayê dayîn. 

Zarokên Kurd ne bi zimanê dayika xwe bi zimanên biyanî mezin dibin. Fêrî çanda bîyanî dibin. Divê di serî de dayikên ku ev ziman hata roja îro anîne,hemû malbatên me zimanê dayikê ku parçeyek e ji hebûna mirov û civakê, li tevahiya warên jiyanê  bi kar bînin. Ji ber ku dema em bi zimanekî din biaxivin, kesayeta me, çanda me û hebûna me jî nabe aîdê me. Ji ber ku tişta ku mirovî dike mirov, ziman e.

Gotineke Feylezofê navdar ê Elman Heidegger heye, ew dibêje; “Ziman wekî mala mirov e ku mirov tê de stara xwe dibîne.” Axir, zimanê dayikê ji bo civakan gelekî girîng e. Ji bo em jî stara xwe bikin, divê em bi zimanê xwe biaxivîn. Bi zimanê xwe bifikirin. Bi zimanê xwe henekan bikin. Bi zimanê xwe bikenin. Bi zimanê xwe bistirên. Kurt û kurmancî bila jiyana me bi Kurdî be. Ji ber ku mirov bi zimanê xwe mirov e. Cejna zimanê dayikê pîroz be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.