Mirov bi hêvî û xeyalan dijîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:39

OZNÛR DEGER / JINNEWS / MÊRDÎN

Dayika Aştiyê Selma Ozturk a li Qoserê ya Mêrdînê dijî ku 12 sal in têdikoşe ev sê sal in jî bi xêzên xwe piştgiriyê dide têkoşîna jinan. Selma di 1974’an de li Îzmîrê yek ji 10 zarokên malbatekê hat dinê û  4 salî malbata wê tên gundê xwe Qurunê yê Qoserê. Ciwanî û zarokatiya wê li gund derbas dibe. Selma diyar dike ku wê zarokatiya xwe nejiyaye û got:“Xeyalên min pir bûn. Min bi hevalên xwe re dem derbas nekir. Du xeyalên min hebûn. Yek wêne ya din saz bû. Min di temenê biçûk de berpisyariya xwişk û birayên xwe girt. Bavê min memûr bû. Ji derve kesekî ronakbîr dihat dîtin. Lê li dijî zarokên keç pirr feodal bû. Min ji xwendinê pir hez dikir. Destûr nedida em li derve bilîzin. 16 salî biryara zewaca min dan. Min li dijî vê li berxwe da. Ez bi kurê apê xwe re zewicîm. 5 zarokên min çêbûn. Min ji bo zarokên xwe têkoşînek mezin da. Min got tiştên min jiyane bila ew nejîn. Niha zarokên min bijîşk in. Bi Kurdî diaxivin. Ez bi wan serbilind im.”

Têkoşînê bi xewnekê destpêkir 

Selmayê diyar kir ku têkoşîna wê bi xewnekê dest pê kiriye û got:“Min hevalek di xewna xwe de dît. Perwerde dida min. Ez ji xew rabûm lê xewn di hişê min de bû. Piştre min xwe perwerde kir. 12 sal berê tevli Dayikên Aştiyê bûm. Min berdevkiya Dayikên Aştiyê ya Qoserê kir. Min di xebatên meclîsa taxê, TJA’yê de cih girt. Min zarokê dilê xwe nekuşt. Di 2020’î de beriya pandemiyê li taxa me qursa wêneyan dihat dayîn. Ez tenê du rojan çûm. Piştre min bi bizmar wêne xêz kir. Piştre pandemî dest pê kir. Wê pêvajoyê min xwe pêş xist. Bila jin xwe pêş bixînin. Bila wêrek bin. Hevalên min ez gelek motîve kirim. Ez zêde sîmgeyên jinan xêz dikim. Şahmeran, Çûka Anka xêz dikim. Min piştî 48 salan şûnde xeyalên xwe pêk anî. Mirov bi xeyal û hêviyan dijîn. Divê mirov li pey xeyalên xwe bin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.