Mirina Reîsî ‘nabe alozî’

Nûçeyên Cîhan

Duşem 20 Gulan 2024 - 16:45

  • Serokkomarê Îranê Ibrahîm Reîsî bi ‘qeza’yeke helîkoptêrê mir. Li gorî agahihyên berdest helîkoptêr ji ber şertên hewayî ketiye. Hikûmeta Îranê têkilî mirina Reîsî got di rêveberiyê de ‘nabe sedema aloziyan.’’

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand ji televîzyona IRIBÊ’ê re axivî û got: ‘’Pîştî ku cihê helîkoptera ketî hate tespîtkirin, derket holê ku hemû kesên di helîkopterê de mirine.
Li gorî ajansa Îranê Tasnîmê jî di encama ketina helîkopterê de herî kêm 8 kes mirine û Serokkomarê Îranê Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emir-Abdullahiyan, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Malek Rahmetî û Ayetullahê Tebrîzê Muhammed Alî Al Haşim jî nava wan kesan de ne. 

Reîsî jî di  nav wan de ye
Tîmên rizgarkirinê yên Heyva Sor vê sibehê ragihandin ku wan termên qurbaniyên qezaya helîkopterê dîtine ku yê Reîsî jî di nav wan de ye.

Mirina Reîsî nabe ‘alozî’
Hikûmeta Îranê roja Duşemê daxuyaniyek da û ragihand ku mirina Serokkomar Reîsî wê di rêveberiyê de nebe sedema ‘’aloziyan.’’ Her wiha hikûmetê got: ‘’Serokkomarê Îranê yê jêhatî ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.’’

Bi mirina Reîsî re hilbijartin tê
Li gorî Qanûnên Bingehîn a Îranê ger Serokkomarê Îranê ji ber sedemên weke nexweşî, mirin û îstîfayê ji du mehan zêdetir wezîfeya xwe nedomîne jî Cîgirê Yekem ê Serokkomariyê bi erêkirina serokatî erk û wezîfeyên Serokkomariyê digire ser xwe.
Ji sala 2021’an heya niha jî Cîgirê Yekêm ê Serokkomariyê Muhammed Mûhber e ku Muhber serokê berê yê bankeyeke Îranê ye.
Muhber bibe serokkomarê demkî jî li Îranê hewce ye di nava 50 rojan de hilbijartin were kirin.

Borsaya Îranê sekinî
Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS’ê ragihand ku Borsaya Têhranê   piştî mirina Reîsî, sibeha Yekşemê karên xwe daye rawestandin.
Her wiha Pakistanê jî piştî mirina Reîsî li Pakistanê roja Duşemê weke roja şînê îlan kir. TEHRAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.