Mirin hosteyek e ji Elmanyayê
Duşem 24 Tebax 2020 - 23:59

- Bi qasî ku têrî muhendisên Tirk bike serikên roketan firotine Tirkiyeyê û wê kariye dronên xwe bi pêş bixe.
Beriya niha eşkere bûbû ku dewleta Elman û şirketên wê di karê çêkirina roketên bi hedefê ve didin, hevkariya dewleta Tirk kirine û di serketina bernameya wê ya dronên bi sîleh de tevî Ingilîstanê bi dewreke diyarker rabûne. Niha jî derket holê ka hecmê vê hevkariyê bi pere çi qas e. Ji 2009´an heta 2018´an hikûmeta federal a Elman destûra 33 bazarên elaqedarî dron û roketan daye şirketên Elman bi buhayê 12.8 milyon euroyan.
Hikûmetê li ser pirsa parlamentera Meclîsa Federal Die Linke Sevim Dagdevirenê ya weke ka hikûmet dizane çi ji van sîleha hatiye kirin, Tirkiyeyê dane hin welat û hêzên din yan na, gotibû, haya wan ji ti agahiyan nîne.
Pisporê şerê dronan, ê ku ji Drone Wars re dinivîse, Samuel Brownsword dibêje, dewleta Tirk kariye bi alîkariya van welatan bibe hêzeke dronan. Ew dibêje, mîqdara serikên şer ên roketan ên ji bo dronan ên ku Elmanyayê firotine Tirkiyeyê wisa hatiye eyarkirin ku muhendisên Tirk li ber wan karibin serikên şer bi xwe çêkin. Yanî bi ya wî û pisporên din ên meseleyê, dewleta Tirk kariye 5-10 salan lêkolînê li xwe kurt bike û bi carekê xwe bigihîne vê teknolojiyê, ji ber ku Elmanyayê teahudên xwe bi xwe binpê kirine. BERLÎN















