Mîr bû hunermendê gelê xwe

Pêncşem 5 Çile 2023 - 00:37

ERDOGAN ZAMUR/PARÎS

 

Li naverasta paytexta Fransayê Parîsê, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) tevî endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî (Emîne Kara) û welatparêz Abdurrahman Kizil 

re hat şehîdkirin. Hevrê û dostên wî yên hunermend, ên ku li Parîsê pê re xebat dimeşandin, Farqîn, Meral Alkan, Nûarîn, Diyar Mahrovî û hevalê wî yê malê Mûsa behsa wî kirin. Hevalên wî yên hunermend hemû jî weke Mîr Perwer penaber bûbûn û ji ber zilma dewletên dagirker reviyabûn.  

Dostên Mîr Perwer ên hunermend, li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya di nobeta edaletê de jî cihê xwe digirin. 

Farqîn jî wekî Mîr Perwer ji ber zilma dewleta Tirk bûye penaber. Ew ji bo Mîr Perwer dibêje, “Gava min dengê wî bihîst, min got, lazim e ev deng li dinyayê bimîne. Mixabin me ew ji dest da. Ew heyranê Hozan Serhad bû, digot, ´Heger tiştek bê serê min, min bi stranên Hozan Serhad ji dinya gewrik bi rê bikin´.”

Ji bo xebatên muzîkê jî dibêje, “Rojekê hevalek li cem min bi dîmen bi wî re dipeyivî. Min dengê wî bihîstibû, lê min ew nas nedikir. Gava min pêşî li dengê wî guhdarî kir, min ji hevalên xwe re got, divê ev deng winda nebe. Ez pê hisiyam hatiye Fransayê û wî got ew li Bordeauxê li avahîsaziyan kar dike.  Me jî got, were Parîsê. Hat û me li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya xebat kirin, xebata koroyê me kir, em li ser heman dikê bûn. Ketibû hepsê, têkoşîn nas kiribû û jidil tev li xebatan hemûyan dibû. Pirr bi serê xwe bû, carinan ez diketim kirr wî, min digot, ka tu bi ku deran de çûyî? Wî jî bi henekî digot, ´Mamoste ez îro dîsa tenê mam´. Gava mirov guh dida xebatên wî, di cih de Hiozan Serhad dihat mîra mirov. Bi ecêban heyranê Hozan serhad bû. Heyranê dengbêjan bû, timî li Şakiro, Xerapêtê Xaco û dengbêjên Radyoya Êrîvanê guhdarî dikir.  

Ew weke şagirtê Hozan Serhad bû. Carinan digot, ‘Bavo, tiştek bê serê min, min bi stranên Hozan Serhad ber bi Kurdistanê ve birêkin û bi stranên wî min bisipêrin axê.”

 

Hevalê her kesî bû

Ji hevrêyên wî yên hunermend Diyar Mahrovî jî nexasim behsa fedakariya şehîd Mîr Perwer dike û dibêje, “Bi her aliyî, me hunermendekî pirr delal û wêrek ji dest da. Xisleta wî bû, di nava du deqîqeyan de bi mirovan re dibû dost. Ew hevalê her kesî bû. Jiyana Mîr tesîreke mezin li min kir. Gava mirov guh dide gotin û awayên wî dibîne ka qelema wî çiqasî xurt e. Herî zêde strana Sarya digot. Dewleta Tirk qirkirina çandî li ser me Kurdan ferz dike. Ji ber wê, em jî divê helwêsta hunermendî nîşan bidin. Mîr ew hevalê me bû ku ev helwêsta hanê herî zelal nîşan da.

Ew mirovekî gelekî fedakar bû. Ew Kedkarekî xwerû bû. Ji bo çalakiya bibîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya yekê wî jî xwe pêşniyaz kir. Ji beriya bi du mehan dest bi amadekariyan kir. Xwe ji ti karê civakî nedida alî. 

 

Ew her Mîroyê me ye

Hunermend Meral Alkan jî, Mîr Perwer di xebatên li Parîsê de nas kiriye: “Ev du sal in em li vir kar dikin. Em jidil bûn hevalên hev, hem di warê hunerî de û hem jî di warê siyasî de. Ez naxwazim weke ku Mîr qediyabe, behsa wî bikim. Ew ne li nav me be jî, ew her Mîroyê me ye.

Gelek tişt hebûn û dixwest wan pêk bîne… Ne tenê di warê muzîkê de, di warê insanî de jî wî bi destê her kesî digirt, alîkariya wan dikir, hem madî û hem manewî.

Mîr hîna pirr piçûk e, bavê wî dikeve hepsê. Ji ber ku ji nava 7 xwişk û birayan tenê ew kur e, barê malbatê dikeve ser milê wî. Piştî bavê wî ji hepsê derdikeve, bi dayika xwe re qezayekê dike û dayika wî felc dibe. Axir paşê dizewice û kurek jê re çêdibe.

Ew huner dike, û diafirîne. Di mîtîngên hingê de mirov wî dibîne. Hîç pere nedistendin û ji bo destekê tev li çalakiyan dibû. Li vir jî bi eynê terzî dewam kir. 

Mîr Perwer ji ber ku li mîtîngan bi Kurdî stran gotin, kete hepsê, piştî ku hat berdan jî doz lê hatin vekirin û ew neçar hat Ewrûpayê. Surgûn bi serê xwe kuştina mirovekî ye. Lê mîr hem xebitî û li malbata xwe nihêrî û hem xebatên hunerî kirin. Hebûna Mîr ji bo miletê Kurd şensek bû, berhemên wî nivîsandî jî şens in. Gelek berhemên wî hene û gelek ji wan hîna nehatine qeydkirin. Em dostên wî yên hunermend dixwazin berhemên wî berhev bikin, lê hîna cenaze jî nehatine veşartin. Piştre em ê berhemên wî bigihînin nifşên paşê. Em ruhê wî hingê bi awayekî azad bigerînin, bila ev jî deynek di stûyê me de be.”

 

Bi qedrê nirxan dizanî

Hunermend Nûarîn jî dibêje, wê jî pêşniyazî Mîr Perwer kiriye da ku bê Parîsê û wiha behsa wî dike: “Hat Parîsê û kete nava xebatên li komeleyê. Her roj dihat saziyan, tev li çalakiyan dibû û huner dikir. Wekî din li avahîsaziyan kar dikir. Dilsozê şehîdan, nirxan û Rêbertiyê bû. Herî dawî di salvegera damezrandina Partiyê de, em bi hev re derketin ser dikê. Ew cara dawiyê bû ku derket ser dikê. Performanseke gelekî baş bû, her kesî li ser piyan jê re li çepikan da bû. Heval Evînê telefonî min kir, pirsî ´ka 7´ê Çile tu û Mîr Perwer dikarin derkevin ser dikê”. Mîr jî li cem wan bû, bi min re peyivî. Wî got, ev cara pêşî ye wê derkeve ser dikeke welê û kela canê wî gelekî rabûye. Wî got, di vê ev bibe performanseke layiqî Heval Sara û hevrêyên wê. 23´yê Kanûnê nûçeya êrişa li dijî komeleyê hat. Sê hevrêyên pirr bi qedr û qîmet hatin şehîdkirin. 

Em qatilan pirr baş nas dikin. Dewleta Tirk, Erdogan û çeteyên wan, çawa ku komkujiya pêşî kirin, ev jî dewama wê ye. Ya ku divê em bikin êdî ew e ku em xewn û xeyalên hevrêyên xwe bi cih bînin. Ji bo vê divê em bêhtir rêxistinkirî bin. Mîr Perwer di performansa dawî de destûr xwest ji bo strana  ´Wayê PKK rabû´ bibêje. Rêz ji nirxan hemûyan re digirt. Lazim e em jî xwedî li nirxekî welê derkevin.”

Li ser şopa Hozan Serhad bû

Gundiyê şehîd Mîr Perwer û xizmê wî, yê ku Mîr pê re li heman malê dima, Mûsa jî dibêje, “Timî li Hozan Serhad guhdarî dikir, kir ku ez hemûyan ji ber bikim. Wê kurê wî jî bihata, ji ber wê bi kêf bû. Digot, ji bo ku kurê min jî wê weke Hozan Serhad li tembûrê bixe, ez ê wî hîn bikim. 

Rojekê hate mal û madê wî kirî bû. Yekî jê re gotiye, stranên te zêde siyasî ne, ji ber wê te nabin dawetan. Wî got, ‘Ez dixwazim weke Hozan serhad bibim hunermendê gelê xwe. Neçim dawetan jî dibe.’ 

Pirr xwarinên xweş çêdikirin. Mutewazîbûna wî, Mîr dikir Mîr. Li her dera malê tiştên Mîr tînin bîra min hene.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.