Tenê nimûneyeke mînerala herî kêmdîtî ya li dinyayê heye. Ew nimûne jî li Myanmarê hatiye dîtin.
Mîneral li seranserê dinyayê hene, mîneralên xwê, yên di nava latan û mîneralên di nava teneyên qûmê de yên herî zêde ne. Mîneral ne organîk in; yanî di nava wan de karbon nîne.
Mînerala li dinyayê herî kêm tê dîtin, kyawthuite ye. Tenê krîstalek li herêma Mogok a Myanmarê hatiye dîtin. ji bilî wê nayê zanîn ka ti nimûneyên wê yên din hene yan an. Ew weke kevirekî mîneralî yê piçûl (1.61-karat) ê pirteqalî tê terîfkirin û sala 2015´an weke mîneral hatiye qebûlkirin.
Wêne: Natural History Museum of Los Angeles County (NHM)
NAVENDA NÛÇEYAN