Min xem deryayek agir e

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Gulan 2021 - 06:37

  • Tehsîn Taha ne tenê hunermendekî hilberîner bû bi awaz û gotinên berhemên xwe, ew di heman demê de di her wext û demê de, û li her mekanî xwedî helwêsteke siyasî û Kurdistanî jî bû. Ji ber wê jî li xerîbistanê xatirê xwe ji dinya gewrik xwest. 

Hunermendê Kurd Tehsîn Taha beriya bi 26 salan bi xemên kûr yên wek deryayên agir ji me xatir xwest û li xerîbiyê wesiyeta xwe di kasetekê de wiha tomar kir, “Ger ez rojekê mirim, min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin.” Dilê wî bi Kurdistanê ve bû daxwaz û hêviyên xwe yên ji bo Kurdistanê jî wiha rave dikirin, “Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e Kurd ti carî xiyanetê li doza welatê xwe nekin.”

Bi stranên Kurdî li Radyoya Bexdayê

Tehsîn Taha li dû xwe bi qasî 100 stranên Kurdî hiştin. Ew 25’ê Îlona 1941’ê li Başûrê Kurdistanê, li Amêdiyê tê dinyayê. Tehsîn li Mangêşkê dest bi xwendinê dike. Mangêşkê gundekî ser bi Dihokê ye. Heta pola 4’an a seretayî li wir dixwîne. Pola 5’an jî li navenda Dihokê xilas dike. Pola 6’an li Zaxoyê dixwîne. Careke din xwendina xwe li Dihokê dewam dike û sala 1955’an dibistana navîn li wir diqedîne. Piştî hingê, diçe navçeya Hedba ya ser bi Mûsilê û li wir dest bi stranbêjiyê dike. Tevî xebatê, xwendina lîseyê jî dewam dike. Dema ku lîse xilas dibe, tevlî imtîhana beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê dibe. Di imtîhanê de bi ser dikeve. Bi vê yekê re di 17 saliya xwe de yekemîn strana xwe ya bi navê “Eşkere Nakim” di radyoya Bexdayê de dibêje.

Ji fakulteya hunerê ber bi şoreşê

Tehsîn Taha 1960’î li Zanîngeha Bexdayê, Fakulteya Hunerên Bedew dixwîne. Wan salan, navbera Kurdan û rêveberiya Bexdayê her ku diçe xirabtir dibe. Li gorî destûra sala 1958’an diviyabû hin maf bidana Kurdan, lê rêveberiya Bexdayê vê yekê bi cih naîne. Ji ber wê, sala 1961’ê nerazîbûn û çalakiyên protestoyî yên Kurdan bi hêztir dest pê dikin. Tehsîn Taha jî di nava çalakiyan de cih digire. Asayîşa Giştî ya Bexdayê wî digire û 15 rojan êşkencê lê dikin. Çalakî û nerazîbûna Kurdan dibe sedema hêrsa hikûmeta Bexdayê û êriş dest pê dikin. Tehsîn Taha û xalê wî Emer Selîm têne Kurdistanê û tevî “Şoreşa Îlonê” dibin. Lê herduyan tenê tivingek heye.

Di hepsê de dibêje Têtin Bihar

Tehsîn Taha paşê dîsa vedigere Bexdayê û dixwaze xwendina xwe bidomîne. Sala 1963’yan, li Bexdayê careke din tê girtin û vê carê salekê di hepsê de dimîne. Yekemîn strana ku di hepsê de dibêje, “Têtin Bihar” e. Mehmûdê Timoqî di lêkolîneke xwe de dibêje, “Tehsîn Taha di girtîgehê de hin stranên bi zimanê Erebî jî gotine ku yek ji wan bi navê ‘Enna Xerîb’ yanî ez xerîb im. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve, dîsa xwendina xwe didomîne.” 

Bexda û stranbêjên Kurd

Piştî ku hinekî rewşa di navbera Kurdan û Bexdayê de baş dibe, ew êdî hatin û çûna Bexdayê dike. Di radyoya Bexdayê de hunermendê kurd Mihemed Şêxo nas dike. Li wir du stranên bi navê “Aso” û “Ey Hewar” bi hev re dibêjin. Dibêjin, strana Aso ya Tehsîn Taha ye ku daye Mihemed Şêxo. Tehsîn Taha her ku derfetê dibîne diçe radyoyê û stranan dibêje. Li wir gelek stranbêj û hunermendên Kurd ên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî û gelek kesên din nas dike. Ew bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyşe Şanê re jî duqoliyan dibêje û bi wan re li Dihok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konseran dide. Pê re jî li Mexmûrê û Hewlêrê mamostetiyê dike. Sala 1975’an têkoşîna Kurdan li Başûr têk diçe, dibe Aşbetal. Tehsîn Taha jî li ser vê têkçûnê kul û kesera dilê xwe dirêje, strana xwe ya bi navê “Ey Felek” wê çaxê çêdike û dibêje. 

Şahiya Newrozê ya 1994'an

Tehsîn Taha jî roja 13 Adara 1994’an tevî hunermend Fuad Ehmed diçe Holandayê da ku tevlî şahiya Newrozê bibe. Ji ber ku tevlî çalakiyên Kurdên li Ewrûpayê dibe, rêveberiyên herêmî yên Başûrê Kurdistanê xwe jê sil dikin. Ew jî êdî venagere welat û li Holandayê bi cih dibe. Di dema kanal teölevizyonê ya pêşî ya satelîtî ya Kurdan Med TV de ew jî beşdarî gelek civat û şevbihêrkan dibe. Lê kul û kesera welat zêde derfetê nade wî. Ew bi nexweşiya pençeşêrê dikeve. Tehsîn Taha 28’ê Gulana 1995’an di 54 saliya xwe de koça dawî dike. Bi beşdariya hunermendên Kurd, bi merasîmeke mezin cenazeyê wî ji Ewrûpayê bi oxir dikin û Med TV'yê jî ev merasîm weşand. Cenazeyê wî li bajarê Amêdiyê, cihê ku lê ji dayîk bûye, dispêrin axê. Ji ber helwêsta rêveberiya Başûr, tenê komeke 100 kesî tevlî merasima veşartina hunermend Tehsîn Taha dibe.

Berhemên Tehsîn Taha

Hin stranên Tehsîn Taha yên navdar jî ev in: Rabe Cotyar, Bêrîvanê, Ey Felek, Xewn, Gula min weriya, Bi tinê, Çav belek, Amêdîkê Bilind e, Bûka Behdînan, Dilêrên Welatî, Dîlberê, Evîndar im, Xalxalokê, Şekir Barî, Erê an ne, Pismamo, Cîranê, Eman eman, Aso, Rewşena Malê, Xwîna dilan, Derdo, Were Canê, Yarî Dilo, Wele şî nakim, Min bidinê. 

Gelek hunermendên Kurd stranên Tehsîn Taha ji nû ve gotine û wî gelek stran dane hunermendên din. Ibrahîm Tatlîses strana Tehsîn Taha ya bi navê “Min Xem deryayeke kûr e” girt û wekî “Ayaginda Kundura” bi Tirkî got. Tatlises bi vê strana diziyê hate nasîn û navdar bû. 


*Pirraniya agahiyan ji ber nivîsa Îkram Balekanî ya di “Yenî Ozgur Polîtîka” de 28'ê Gulana 2020'an de weşandî, hatine girtin.
Her wiha ji gotara Mahmut Begik ya bi navê “Jiyana hunermend Tehsîn Taha” ya di kurdpa.net ê de jî sûd hatiye wergirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.