Min kenê wan bi welatekî nedida

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 5 Îlon 2021 - 23:55

  • “Her hevaleke/î min ji welatekî xweşiktir û bi nirxtir bû, min kenê her yekê/î ji wan bi welatekî nedida. Dema bihata gotin, tu welatekî dixwazî yan kenê hevalên xwe, min ê bigota kenê hevalên xwe. Ez bi şehadeta hevalên xwe qaneh nedibûm.” 

DILUCAN BOZÎ / JINHA/KOBANÊ

Medya Doz di demên şoreşa Rojava de li tevahî deveran geriyaye û wêneyên jin û zarokan girtine û ji berhemên berhevkirî jî pirtûkeke çêkiriye. Gelek salan li Rojava maye û gelek berhem kom kirine. Di 12’ê Kanûna 2011’an de pirtûka bi navê “Xeta rûyê we nexşeya welatê min e”, dest bi nivîsandinê kiriye û di Nîsanê de bi dawî kiriye. Pirtûk bi xwe 400 rûpel e. Pirtûk bi Tirkî derçûye û wergera wê ya li Kurmancî jî hatiye kirin. Pirtûka foto albûm ya Medya Doz jî ji wêneyên ku salên 2014-2016’an di nav şoreşê de hatine komkirin, pêk tê. Pirtûka bi navê “Dilê xeyalên me ye Rojava” qederê 3 mehan nivîsandina wê didome û di Îlona 2016’an de hatiye çapkirin. Her wiha li rex nivîsandina pirtûkan, helbestan jî dinivîse. Pirtûka “Xwaziya dilê çiya” ji helbestên Kurmancî pêk tê û ew jî hatiye çapkirin.
Medya Doz behsa pirtûk, serhatî û nivîskariya xwe kir. 

Her tim dihatin xewna min

Medya Doz destpêkê, behsa nivîsandina pirtûka xwe ya “Xeta rûyê we nexşeya welatê min e” kir û got, bi derfetên pirr kêm ev pirtûk hatiye nivîsandin: “Ev pirtûk ne sala 2012’an hat nivîsandin, lê ev du meh in çapa duyemîn tê kirin. Pirtûk bi xwe li ser komkujiyeke hovane ye. Di 2011’an de li Geliyê Tiyarê ji aliyê dewleta Tirk ve zêdetirî 37 heval bi çekên kîmeyewî hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan. Li Geliyê Tiyarê yê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk kemîn li pêşiya şervanên azadiyê datîne û bi kîmyabaranê wan dişewitîne. Bi rêbazên hov hevalên me hatin şewitandin. Tevahiya kesên di komê de şehîd bûn, hemû rêhevalên min ên bi salan bûn. Her dem min jiyana wan dinivîsand û wan jî digot, divê tu jiyana me binivisînî da ku dîrok neyê jibîrkirin. Her tim di jiyanê de digotin, tiştek bi me bê tuyê binivisînî, her dihatin xewna min û bêdeng diman.”  

Min pênûs û lênûsên wan xilas kirin

Medya Doz dibêje, “Her hevaleke/î min ji welatekî xweşiktir û bi nirxtir bû, min kenê her yekê/î ji wan bi welatekî nedida. Dema bihata gotin, tu welatekî dixwazî yan kenê hevalên xwe, min ê bigota kenê hevalên xwe. Ez bi şehadeta hevalên xwe qaneh nedibûm. Ji ber ku derfet tinebûn, min pênûs û lênûsên heval xilas kirin. Lê ez her li bendê bûm ku ew heval ji deriyê şikeftê derkevin, yan jî dengê wan bê min da ku ez wê birînê bipêçim. Lê nebû, wek xewnan li min hat, nêzî 25 pênûs min xilas kirin. Gelek caran min hibra wan kêm bi kar dianî, her kesê dizanibû ez ê ji êşê bimirim, lê carna êş mirovan dide jiyîn, ev pirtûk ji bo min wisa bû. Herî dawî ez gihîştim wê baweriyê ku êdî ew şehîd in.”

Divê ruhê wan zindî be ne mirî be

Medya di berdewamiya axaftina xwe de qala wan êşan dike û diyar dike ku ew êş nayên îfadekirin û jibîrkirin û wiha pêde çû: “Wijdanê min tehemul nekir ku ez wan nenivîsim, her ku min dinivîsî ew zindî dibûn û min êdî fêm dikir ku êdî ew şehîd ketine, ne zindî ne. Min her digot madem ez bawer nakim şehîd in, divê ez wan ji bin axê derxim. Her di xewna xwe de min erd dikola û kevir derdixistin, min jî got, divê ez wan bidim axaftin, bidim jiyîn û meşandin, divê ruhê wan zindî bibe ne mirî be. Min biryar da ku ez pirtûkê binivîsînim êdî ji wir û pê ve, ew bi ziman bûn. Ruhê wan zindî bû lê min bênavber dinivîsî, li ber fanoseke biçûk min dinivîsî, ez bê xew dimam, gelek caran ronahiya çavên min diçû êdî hêza min têrê nedikir ku ez li ber xwe bidim û binivîsim. Lê min her zext li xwe dikir û min digot divê ez binivîsim da ku ew rehet bibin. Ev pirtûk bi şêweyê portre hatiye nivîsandin û li rex wê jî bibîranînên me bi hev re hene.”

Bi vê pirtûkê mirin kuşt 

Medya Doz ji bo hevalên xwe yên şehîd dibêje, “Min fêm kir ku ji bo van destketiyan bi dest bixin, ev heval şehîd bûne. Bi wê rastiyê ruhê min pijiya. Gotinek heye: Êşa ku te nekuje, te bi hêz dike, ez ji êşê nemirim û min serpêhatiya hevalên xwe nivîsî. Êdî ev bûyer hat nivîsandin, hezar sal derbas bibe jî ti kes wan ji bîr nake. Belkî her kes bi hestên xwe dikare pirtûkê binivîsîne, lê ev pirtûk cuda ye, vê pirtûkê berxwedana mirinê kuşt, min xwest ez mirinê bikujim.” 

Ev dîrok divê were nivîsandin 

Medya Doz got, wê bi hestên jinan nivîsandiye: “Divê hibra pênûsa jinan xilas nebe, pênûsa wan li erdê nemîne û divê em her tim binivîsînin da ku bijîn. Berê ez ji mirinê qet neditirsiyam, lê niha ez jê ditirsim, çima? Ji ber ku gelek tişt hene divê werin nivîsandin, paşê ez bimirim. Ev dîrok divê were nivîsandin ji bo neyê jibîrkirin. Ez bimirim, wê hemû bibîranîn bi min re binax bibin. Tiştên min bi çavên xwe dîtin, divê binivîsînim. Ez bûm şahida wan bûyeran, divê werin nivîsandin û paşê çi dibe bila bibe. Tişta ku dilê min li Kobanê hîs kir, divê ew hîs bê hîskirin û wiha bibe. Şerê ku li Efrînê pêk hat ez bûm yek ji şahidên wî şerî. Di şer de 57 balafir digeriyan, min ji zarokan re çîrok digotin ji bo netirsin. Li Şengalê jinekê zarok dianî dinyayê, me nedizanî em çawa wî zarokî ji rehma dayikê qut bikin. Ev êş hemû divê werin nivîsandin û wek çîrok di bîra civakê de bimînin.” 

Nivîsandina bi zimanê jinan cuda ye

Medya Dozê herî dawî behsa bernameyên xwe yên nivîsê ji bo siberojê kir: “Hin pirtûkên min hene û plan dikim ku li ser Şengal, Kobanê, Efrîn û ciwanên roja îro binivîsînim. Di heman demê de çîrokên jinanên êşkişandî, li ku bin jî ez ê binivîsînim, lê beriya ez bimirim divê ez binivîsînim. Ew barek e li ser milên min, ew bîra di mêjiyê min de mabe jî divê were nivîsandin. Nivîsa bi zimanê jinan cuda ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.