Min du ders dan sed ders girtin

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 13 Îlon 2021 - 03:55

Min pêr di ser Zoomê re derseke online da. Armanca dersên online yên bi organîzasyona Ibrahîm Seydo Aydogan, xwendekarên beşa wêjeyê ya Zanîngeha Rojava ne esas. Beriya wê bi hefteyekê jî min derseke din dabû. Dersa pêşî li ser îcra û qeydiya wê bû. Yanî min mayeya xwe ya li ser lêkolînên performansê danî ber xwendekaran. Min her weha ji tecrûbeyên xwe jî tiştên bi min muhim bi wan re parvekirin. Îcra bi serê xwe di danûstendina endamên civakekê de û di pêkhatina wê civakê bi xwe de diyarker in. Ji ber wê kêliya îcrayê, ji wê kêliya îcrayê û wê de ye. Min xasma li ser vê yekê dersa xwe ava kir.

Di dawiya dersê de minaqeşe jî pirs jî li ser hevpeyvînê, rêbazên hevpeyvînê bûn, tevî ku çavdêrî û tomarkirina îcrayê dikare bê hevpeyvîn bibe, heta çavdêr dikare bi rêya qeydiyên beriya xwe jî çavdêriyên xwe bike, berê minaqeşeyê kete vî aliyî. Bi ser de jî meseleya texrîfata metnê (heger qeydiya deng ne berdest be) bû meseleyeke din. Ne ku ev texrîfata pirrî caran bi "xemxuriyê"* tê kirin, ne mesele ye. Belê mesele ye. Ne dûr beriya 2 hefteyan min li transkrîpsiyonekê dinihêrî. Cemîl Horo dibêje, "Yewaş yewaş, hûrik hûrik, hêdî hêdî" camerê transkrîpsiyon kiriye, "yewaş yewaş" jê biriye. Helbet ev mesele ye. Lê ne meseleya qeydkirin û miameleya bi îcrayê re ye.

Axir piştî ku mesele çû ser hevpeyvînan û min jî di dersa yekê de bal biribû ser ji kêliya îcrayê û mekanê îcrayê û wêdebûna îcrayê, min mijara dersa duyê ji vê girt. Berê min plankiribû ez di çavdêriya îcrayê de diyarkirina cûreyan weke ders bidim, piştî minaqeşeyên li dûv dersa yekê, min ders li ser "bîra tişta paranormal" çêkir.

Di dema çavdêriyên îcrayên Weliyê Botî de, beriya bi 28 salan gava ku wî behsa meqamê Sînem dikir - payîzokek e - behsa wê yekê dikir ku xelk bawer dike, li ber giya sînem meqamê Sînemê rast bibêje, giya sînem serê xwe ditewîne. Ji bo ku min serwext bike jî mînakên Wesfî Kiliç û Binevş Agal dan. Ji bo ku bibêje, "miletê me welê ye“.

Nêzî cihê lê şehîd bûye, li gundê Xerabêşeref, cihê ku tê bawerkirin, gora wî lê ye, êdî ziyareta wî heye. Sê fenomenên çêkirina gotaran ên ku piştî mirina Wesfî behsa wî dikin, ên ku min qeydkirin jî min dan guhdarîkirin: Yek jê behsa wî weke rehberekî ruhanî di xewnan de dike, ya din weke kesê diçe bi hewara hewcedaran ve behsa wî dike, ya dawiyê jî behsa wî dike weke hişyarkerê kesên di tehlûkeyê de. 

Ji bo ku bi rastî jî min nedixwest xwe bidim ber pirsên elaqedarî meseleya "gotarên çêkirina netewe" min di navê de çend caran navê Benedict Anderson kir da ku kî dil hebe ji xwe re lê binihêre. 

Meseleya min bêhtir li ser wê yekê bû ku li aliyekî çanda şehîdan a nû ku PKK xasma ava dike û çand ziyaretan eşkere dikevin nav hev. Ev ketina nav hev, aktoran naxe zikhev, lê ji ber tesîrên aktoran li hev, em dibînin li aliyekî ji bo şehîdekî li dijî dagirkeriyê ziyaretek tê çêkirin, li aliyê din jî Weliyê Botî û ez jî em fêm dikin, xelk çawa pîroziyê li şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bar dike û gotareke wê ava dike. 

PKK gotarên xwe li dora Mazlum Dogan (Kawayê Hemdem), Heqî Karer, Kemal Pîr, Mahsûm Korkmaz û gelekên din li aliyekî ava dike, li aliyê din jî mîtên elaqedarî Kurdan ji nû ve û bi kirasekî nû belav dike: Kawayê hesinkar bi rengê îro di nava Kurdan de belav. 
Li aliyê din jî pîroziyên xelkê yên li dora çanda ziyaretan hene. 

Di vê mînakê de ya balkêş, tesîra wan li hev e: xelk pîroziyên nû li gorî gotara PKK’ê qebûl diike û PKK yan jî kesên ji perspektîfa neteweyî/avakirina neteweyê ve li meseleyê jî dinihêrin, vê yekê fêm dikin. 

Minaqeşe, tevî ku ne bi dilê min bû çû ser gotarên avakirina neteweyê, li şûna bîra tişta paranormal. Li aliyê din gotinên weke "li cihê bawer dikin mezelê Wesfî Kiliç" lê ye, hatin minaqeşekirin, ku esas bi temamî di vê çarçoveya çêkirina cihê bîrê de talî ne. Axir diyar e, beriya dersên wisa bidim, divê xwendekaran bêhtir amade bikim û li şûna dersê bidim xwendekarên min nas nakin û ez jî wan, divê pêşî wan nas bikim, û bikim jî ew min nas bikin.

* Binavkirina Îbrahîm Seydo Aydogan e.   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.