‘Milyaketên Ketî’ û halê dinyaya îro

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Gulan 2023 - 04:40

Xebata bi navê “Falling Angels” (Milyaketên Ketî) ya hunermend Max Hooper Schneider ku galeriya François Ghebaly tê nîşandan, behsa gelek tiştan dike. Ew hem behsa qirkirina ekolojiyê û hem jî behsa vejînê dike. Ji hêlekê ve jî bi rizîbûnê dadikeve û nûkirinê jî tîna bîra xelkê.

Înstalasyona Max Hooper Schneider têra xwe balkêş e. Ew behsa dinyaya me ya niha dike. Ew bi vî karê xwe, teşedayîn û endezyariya civakî rexne dike. Wî ev berhem ji kavilên balafireke ketî, ronahiyên floresanekê, bobînên ceryanê yên Tesla, tabelayên neonî, zincîrên stûr, betona hilweşiyayî û her wiha ji gelek malzemeyên din çêkiriye. 

Dema xelk li xebata wî dinihêre û lê hûr dibe, çawa ku xwe li avahiyekê bibîne. Dengê xişabê û çakûçên ku li betonê dikevin, xelkê aciz dike. Wî ev dengan baş sêwirandine û her tiştî li bin guhê hev dixe. Yanî ev xebata wî di warê dengî de jî xebatake têra xwe ecêb e û bala xelkê dibe ser xwe.

Hunermend bi vê xebata xwe ji dinyaya me ya îro wêdetir diçe û li ser nifşê insanan ku kes nikare texmîn bike ber bi ku ve diçe, difikire. Her çiqas her tişt ber bi xerabûnê û nebaşiyê ve here jî dîsa dinya xwe bi awayekî nû dike. Weke ku dilekî şikestî ji berê baştir lê bixe, weke ku devereke şikestî ji nû ve were cebirandin û ji halê berê baştir xuya bike. Xebata Max Hooper Schneider van hestan bi xelkê re çêdike û dike ku xelk bi pirsgirêkên dinyayê dakeve.

LOS ANGELES

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.