Mîhrîcana Sema bi dawî bû
Sêşem 27 Cotmeh 2020 - 16:49
- Çalakiyên mîhrîcana Sema ya 3’yemîn a govendên gelêrî ya herêma Efrînê bi xelatkirina komên serketî bi dawî bû.
Çalakiyên mîhrîcana Sema ya 3’yemîn a govendên gelêrî ya herêma Efrînê bi xelatkirina komên serketî bi dawî bû.
Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî mihrîcanê bûn ku li kampa Berxwedan a bajarokê Fafîn hat lidarxistin. 10 komên govendê beşdarî mihrîcanê bûn. Koma Rojava ya ji Helebê folklora Efrînê pêşkêş kir. Koma Şehîd Ronahî ya kampa Berxwedan govendên Bakurê Kurdistanê pêşkêş kirin. Koma Stêrkên Efrînê ya taxa Şêxmeqsûd û Koma Çiyayê Hewar a ji Efrînê jî hunerên xwe pêşkêş kirin.
Koma Şehîd Dilşêr Kefer Nasih a ji Şehbayê hin govendên Ereban pêşkêş kirin.
Koma Deşta Cûmê ya jinên Efrînî, Koma Şehîd Zozan a ji Helebê, Koma Şehîd Viyan Soran a ji Efrînê, Koma Şehîd Ronahî ya ji Helebê jî hunerên xwe yên govendê pêşkêş kirin. Dawiyê jî Koma Çiyayê Kurmênc govendên Efrînî nîşandan.
Di dawiya çalakiyan de, Koma Çiyayê Kurmênc bû yekemîn, Koma Çiyayê Hewarê bû duyemîn, Koma Deşta Cûmê bû sêyemîn.
ANHA/ŞEHBA