Mihrîcana Hawar a stranan dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Îlon 2021 - 01:38

Desteya Çand û Huner, Hezîrana derbasbûyî bi rêya komîn û meclisên li Şehba û Helebê tomarkirina kesên dixwazin tev li Mîhrîcana 3`yan a Hawar a Stranan bibin, ragihand.

Bi dehan ciwan ji bo ku tev li mihrîcanê bibin, navên xwe nivîsandin. Piştî qonaxa nirxandina dengan, 21 kes ji aliyê Komîteya Çavdêriyê ya birêxistinkirina mihrîcanê ve hatin hilbijartin.

Komîteyê 21 kes li sê koman dabeş kirin, du kom ji Şehbayê û komek ji Helebê ye. Her komek ji 7 beşdaran pêk tê ku dê li ser deng û stranan werin perwerdekirin.

Em mîrateya xwe diparêzin.

Endama Komîteya Çavdêriyê ya Mihrîcana Hawar, Newroz Silêman îşaret bi armanca lidarxistina mihrîcanê kir û got, “Armanca me ji vê mihrîcanê ew e ku em ji cîhanê re îsbat bikin ku tevî rewşên dijwar ên em tê de, ambargo û topbarana rojane jî em parastina mîrateya xwe dikin. Di heman demê de ev mihrîcan xelekeke zincîr e ku girêdayî dengên ciwanên nû bi çanda me ya dîrokî ye.”

3 kesên serketî dê werin hilbijartin

Mihrîcan îro li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê dike. Mihrîcan ji 3 qonaxan pêk tê, ya yekem ji 6`ê Îlonê heta 9`ê Îlonê ye ku ji 21 beşdaran tenê 14 beşdar dê werin hilbijartin, qonaxa duyem jî 14 û 15`ê Îlonê ye û dê 7 kes werin hilbijartin û 20`ê Îlonê jî dê qonaxa dawî dest pê bike.

Newroz Silêman diyar kir ku di qonaxa dawî de li gorî nirxandina Komîteya Bilind ku ji 3 hunermendan pêk tê, 3 kesên serketî wê werin hilbijartin û xelatkirin.

Mihrîcana Hawarê ya yekem û dûyem salên 2015 û 2016’an de li navenda çandê ya Efrînê li dar ketibûn.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.