Desteya Çand û Huner a Herêma Efrînê, sibê Mihrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê li dar dixe. Li kantona Şehbayê ev cara yekê ye ku mihrîcaneke çandî li dar dikeve.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Desteya Çand û Huner a Kantona Şehbayê bi alîkariya Desteya Çand û Huner a Herêma Efrînê, bi dirûşma "Mozaîka çandî dewlemendî, guhertin û bedew e" li kantona Şehbayê mihrîcana yekemîn a çand û huner wê organîze bikin. Bernameya mihrîcanê, ji çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê pêk tê û tevahiya pêkhateyên kantonê beşdarî wê bibin.
Bername bi beşdariya 70 komên hunerî û werzîşê dest pê dike û mihrîcan wê 3 rojan dewam bike.
3 meh in amadekariyan dikin
Komîteya amadekar a ji 9 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li kantona Şehbayê, Tevgera Çand û Huner a Katnona Şehbayê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê, beriya 3 mehan dest bi amadekariyan kirine.
Komîteya amadekar diyar kir ku mihrîcan roja yekê, wê şevbuhêrkeke helbest, stran, govendên folklora Erebî, nîşandana belgefilmên sînemayê, pêşkêşkirina stranên ji folklora Kurdî hebin. Di roja duyê de jî çalakiyên werzîşê li yarîgeha Babênis El-Xumasî ya gundê Babênisê yê kantona Şehbayê wê hebin; maçeke basketbolê, pêşbirka tenîsa maseyê, noqê û pêşbirka bazdana 100 metreyan jî li dar dikevin. Di roja sisiyan de şevbuhêrkeke helbestan, stranên folklora Kurdî û bi navê "Em ê bi ser kevin" şanoyek wê were nîşandan û stranên ji folklora Tirkmenan bên gotin.
Koma Rojava ya Navenda Cemîl Horo ya Şêxmeqsûdê jî dê beşdarî mihrîcanê bibe.
Berbirsên mihrîcanê destnîşan kir ku bi rêya vê mihrîcanê dixwazin dewlemendiya çanda gelan û rêgezên jiyana hevbeş diyar bikin.
Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Mihemed Weys got, mihrîcan dê ji 16 heta 18`ê mehê dewam bike û li Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê li ser Dika Çiyayê Kurmênc û li stada Babênis El-Xumasî li dar bikeve. Di dawiya mihrîcanê de dê kesên beşdarî mihrîcanê bûne, tên xelatkirin.
ANHA/ŞEHBA