Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Mijdar 2022 - 05:04

  • Mîhrîcan bi nîşandana 17 lîstik, 2 semîner û komxebatekê bi giştî 11 rojan dom kir.  Komên şanoyê ji Rojhilat, Wan, Êlih, Amed, Dihok, Kerkûk, Stenbol, Hamburgê hatin Amedê. Li gel komên şanoyan, derhêner û mamosteyên şanoyê bi giştî 110 kes bûn mêvanên Şanoya Bajêr.

Şanoya Bajar a Amedê, 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” li dar xist. Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe, taybet û nexşerêya wê. 

Çalakiyên komî yên neteweyekê yan jî yên herêmekê dema ku dibin kevneşopî wek mîhrîcan têne pênasekirin. Bi vê boneyê mîhrîcan di dîrokê de bûye bingeha berhevbûn, hevnasîn û xurtkirina hest û helwestên civakî û netewbûnê. Her netew an jî kom di civaka xwe de bûyer û rîtûelên bingehîn xwestine bi mîhrîcanan mayînde bikin û çanda xwe bidin jiyîn. Li aliyê din gelek kevneşopiyên neteweyan, xwe ji kûrahiya dîroka mirovahiyê bi gelek zor û zehmetiyan anîne roja me. Dibe ku wek rêk û pêk her sal pêk nehatibin lê belê bûye parçeyeke jiyana mirovan û di pêvajoya dewletbûna neteweyan de gihaştiye merhaleyeke girîng. Her wiha neteweya ku çanda xwe bi mîhrîcanan nede jiyîn an jî cudahiya xwe di nava çandên cîhanê nede naskirin, her ku diçe di nava çerxên modernîzmê de tên helandin û ji holê tên rakirin. Her netew bi ziman û çanda xwe hebûna xwe ya li cîhanê dide nasîn û ev yek jî bi çalakiyên çandî û hunerî mayînde dibe. 

Li gorî nêrînên mamosteyên şanoyê, bi gotinên çîrokên civata li dor agir kom dibe û bi vegotina nêçîr, serpêhatî, çîrok û destanan dest pê dike. Pişt re bi tev li kirina hêmayên laş û sembol ev kevneşopî di nava demên de dewlemendtir dibe. Heya sedsala 20’an ev yek bi dengî derbasî nifşên nû bûye û heya dema yekem carê tê nivîsîn di demên kombûnan de ev yek tên nîşandan û dibin parçeyeke çalakiyên çandî. Evdirehîm Rehmî Hekarî di sala 1919’an bi lîstika xwe ya 2 perde ya bi navê “Memê Alan” a bi dirûşma “Şanoyê Kurdan fazîleta Kurdan noşî didît” dîroka şanoyê ya nivîskî da destpêkirin. Lîstik di Mîhrîcana Mîr Mîranê de dema Newroz tê pirozkirin tê nîşandan. Li gel vê hewldanê, çend rewşenbîrên kurd bi helwesta xwendin-nivînsandin, lêkonîn û pêşketinên mirovahiyê di nava civaka kurdan de jî bidin rûniştin “Komeley Zanistî Kurdan” ava kirin. Li gel vê destpêkê, gelek pêşketinên çandî, hunerî, lêkolînî bi pêşxistina şanoyê kurdî dest pê kir û nîşandanên şanoyê de komkirina aboriyê ev xebat hatin domdarkirin. Ji wê rojê heta îro şanoya kurdî di lêgerîna xwe ya xwebûnî didomîne, hewl dide bibe xwedî şanoyeke azad û serbixwe. 

 

Bi dirûşma 'Va Cûdî û vaye ev ax'

Kurd bi rêveberiyên xwecihî li gelek cihan ji bo pêkanîna mîhrîcanan bûn xwedî derfet. Şaredariya Amedê ji dema ku ketin bin rêveberiya kurdan 10 Mîhrîcanên Çand û Hûnerî yên navneteweyî li dar xistin. Piştî ku pêdivî bi bernameyên van mîhrîcanan ji hev cudakirinê hate dîtin her beşek çandî di bin navên mihrîcan û rojên hunerî dom kirin. Şanoya Bajêr a Amedê heya sala 2015’an 3 mîhrîcanên şanoyê li dar xist. Piştî ku qeyûm di sala 2016’an de ji şaredariyan re hatin tayînkirin, 4’emîn Mîhrîcana Şanoya Bajêr a Amedê ya di bin banê şaredariyê de hate betalkirin. Demek şûnde şanoger hem bê dik man hem jî bê kar. Koma Şanoya Amedê biryar da ku ew ê festîvala xwe pêk bînin û dest bi amadehiyan kir. Mîhrîcana 4’emîn bi dirûşma “Em heqîqetê dilîzin, hûn bi heqîqetê dilîzin!” hat lidarxistin û biryar hat dayîn ku her koma şanoyê li bajarê ku tê de bûn dik peyda kirin û bi listikên xwe piştgirî dan mîhrîcanê. Ji wê salê şûnde bi dorê Mîhrîcana 5’emîn bi diruşma “Nebe temaşekar heke min ji bîr kir, bîne bîra min” a 6’emîn “Ji xewn û xeyalan ber bi azadiyê ve” ya 7'emîn bi dirûşmeya “Heqîqet azad dike” hate lidarxistin. Şanoya Bajêr a Amedê piştî navbera 3 salên pandemiyê bi piştgiriyeke mezin a gel û saziyan, eywanek kirê kir û ji xwe re dikeke şanoyê avakir. Koma Şanoyê, 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê xwe bi dirûşma “Va Cûdî û vaye ev ax” di meha cotmehê de li dar xist. 

Koma amadekar a mîhrîcanê dirûşma îsal ji rêzika helbesta Arjen Arî ya “Va Cûdî û vaye ev ax” hilbijart û balê kişand ser tecrît, şewitandin û talana xwezayê, şer, mêtingerî, bêdadî û di şexsê baviksalariyê de qetilkirina Jîna Emîniyê.  Axaftina "Em li hemberî kesên ku bi çekên kîmyewî sûcên şer pêk tîne, li hemberî tecrîd û zilma di girtîgehan de li ser dikê ne. Em ji bo Cûdî, Jîna Emînî, karkerên madenan, çand û hunera xwe, zimanê xwe li ser dikê ne.  Em li ser dikê ne û li vir in. Zimanê me li vir e, hunera me li vir e, gelê me li vir e, darên me li vir in û rehên me li vir in" ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin û peyamên hatine dayîn heya dawiya mîhrîcanê bandoreke mezin çêkir.

 

Mîhrîcana Navneteweyî 

Mîhrîcan bi nîşandana 17 lîstik, 2 semîner û komxebatekê bi giştî 11 rojan dom kir. Eleqeya lîstikan bi roj sedî 80, bi şev cihê hatin çûnê jî tije derbas bû. Komên şanoyê ji Rojhilat, Wan, Êlih, Amed, Dihok, Kerkûk, Stenbol, Hamburgê hatin Amedê. Li gel komên şanoyan, derhêner û mamosteyên şanoyê bi giştî 110 kes bûn mêvanên Şanoya Bajêr. Ji ber 2 endamên Şanoya Radê ya Ûrmiyeyê dema ku çalakiyên ji ber qetilkirina Jîna Emînî derketine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, lîstika wan nehat lîstin. Dewsa lîstikê qeyda lîstika wan di eywana şanoyê de wek sînevîzyon hate nîşandan. 

Ji bo piştgiriya mîhrîcanê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wek sponsor piştgiriya Şanoya Bajêr kir. Gelek şanohez hêj çend roj beriya mîhrîcanê ji bo piştgiriyê biledên kombîne stendin û ev biled dan xwendekar û derdorên xwe. Ji bo kar û barên mîhrîcanê xwendekarên Ma Musicê hatin alîkariyê, malbatên xwendekarên Ma Musicê ji bo komên şanoyê û mêvanan xwarin vexwarin amade kirin. Karbeşiyeke xwezayî û kurdewar mohra xwe li vê mîhrîcanê da. Dika ku yekem carê li ser mîhrîcan dihat lidarxistin malovaniya komên şanoyê yên ji her aliyê Kurdistanê hatin kir. Bêgûman dîmenên 2 roj beriya mîhrîcanê yên ji kêliyên dawî yên 2 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) giraniyek dabû avakirin. Lê ji axaftina destpêkê heya lîstika dawî her kesek pê qaneh bû ku xwediyê şînê jî şahiyê bi giriyê behtir dê bi çalakvaniya bihêvî û bawer li dijî şerê qirêj bibe çareserî. Her yek bi karekî cuda lê her kes bi heman armancê dê şerê hebûn û xwebûnê bide û encam bigire.  

 

Dîtin, naskirin û nîqaşkirin

Bi derketina ser dikê ya koma yekem heya koma dawî gelek mêvan û derhênerên ji her aliyê Kurdistanê hatine lîstikên cihereng temaşe kirin. Geh lîstikvan geh şanohez her ku derfet diditin bi mamosteyên şanoyê re sohbet kirin. Di nava van nîqaşan de herî zêde rewşa şanoya kurdî ya heyî û pirsgirêkên wê hatin nîqaşkirin. Li gel listikên ku hatine nîşandan di semîneran de ser avakirina karekterên kurdî û şanoya kurdî li ser riheke kurdewar bi cihkirin hate nîqaşkirin. Ji van nîqaşan de derket holê ku divê şanoya kurdî çavê xwe li destan, mîtolojî, dîroka xwe bigerîne û bi metaforan listikên xwe dewlemend bike da ku şanoya kurdî ji pozîsyona teqlitkirinê derbikeve. Dîrok bi waneyên bêhejmar ên her yekî wan wekî heqîqetekê ne tije ne û hemû jî li ber çavên me ne. Wek çend gotinên helbesta Arjen Arî ya "Ev Çiya Ruspî Ne" vegotiye: 

 

Di qada şer de 

pişta me negihişt erdê, 

Te şahid bivê, va Herekol.

Miradkar, bi bext û ol

Va Cûdî

Û va ye ev ax!

MA/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.