Metnên nivîskî werdigerîne resman

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 10 Hezîran 2022 - 21:03

  • Li dinyayê her ku înternet bi pêş dikeve û teknolojî derfetên nû derdixe pêşiya afirîneran, li gorî wê, tiştên nû jî tên ceribandin.

Li dinyayê her ku înternet bi pêş dikeve û teknolojî derfetên nû derdixe pêşiya afirîneran, li gorî wê, tiştên nû jî tên ceribandin. Niha jî aqilekî ku bi destê merivan hatiya çêkirin, yê bi navê “Dall-E Mini” li gorî metnên ku jê re tên xwendin, dîmenan disêwirîne ango resman çêdike. Yanî “Dall-E Mini” li gorî metnên jê re tên xwendin, dîmenan disêwirîne û wekî resm qeyd dike.

Ev aqilê çêkirî navê xwe ji şêwekarê surrealîst Salvador Dalî û Robotê Pixarê yê bi navê Wall-E digire. Ji hêla şirketa OpenAI ve hatiye afirandin. Li gorî hevokên ku dibihîse di nav sanîyeyan de wêneyan disêwirîne. Wêneyên ku li gorî metnên jê re hatine xwendin, niha li ser înternetê belav bûne û xelk jî wan wêneyan parve dike.

Mirovên bixwazin, diçin ser malperê û li ser malperê 9 qutî derdikevin pêşiya wan. Xelk nexasim tiştên balkêş yên ku meriv zêde bîra wan nabin, dinivisînin û ji “Dall-E Mini” dixwazin tiştên nivîsandine weke resm ji wan re hazir bike û dûre jî nişanî wan bide.

NAVENDA NÛÇEYAN
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.