Metîna bû dojeh ji dijmin re

Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:42

  • HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 4 dagirker jî birîndar bûne.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 4 dagirker jî birîndar bûne. Di çalakiyan de 3 konên leşkerî, kamerayeke mobese hate îmhakirin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 3 konên leşkerî, kamerayeke mobese hatin îmhakirin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balefirên şer, 23 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kirin.”

HPG’ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayên Kurdistanê kir: 

Li Botanê

Di 23’ê Tîrmehê de li herêma Bestayê tîmên me yên bi tevger dagirker xistine bin kontrola xwe û li dagirkeran dane. 3 konên ku dagirker tê de bûn bûne hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û 3 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Li Metînayê

Di 26, 27 û 30’ê Tîrmehê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi sekvaniyê bûn hedefa hêzên me û 3 dagirker hatine cezakirin.

Roja 1’ê Tebaxê saet 18:00 û 18:30’an de hêzên me bi çekên ferdî û bi sabotajê derb li dagirkeran xist; van dagirkeran dixwest ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin.

Di 1’ê Tebaxê saet 19:30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist. Di 1’ê Tebaxê saet 20:00’an de tîmên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xist û dagirkerek ceza kir.

Di 1’ê Tebaxê saet 21.30’an de pergaleke kameraya mobesse ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih kiribû; hêzên me ev pergala kamera rûxand.

Di 1’ê Tebaxê saet 22:20’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Li Zê (Zapê)

Di 1’ê Tebaxê saet 23:10’an de helîkopterên êrişê xwestin Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bomberdûman bikin, hêzên me yên YJA Starê ji du aliyan ve li helîkopterê da. Helîkopterê derb xwar û ji qadê derket.

Di 1’ê Tebaxê saet 11.30 û 11.40’an de li dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Umîd ve bi pêş ve biçin, û bûn hedefa çekên giran û sabotajê.

Di 2’ê Tebaxê saet 06:40 û 07:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Umîd ve bi pêş ve biçin, bi sabotajê derb li wan hat xistin û 2 dagirker birîndar bûn.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.