Mesrûr li beriya xwe zêde kir
Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:33
- Tevgera Nifşê Nû dibêje, ji dahata hikûmetê ya serdema kabîneya Mesrûr Barzanî heta niha ne diyar e ka 22 milyar dolar bi ku ve çûne û bi ser de jî deynên herêmê zêde bûne.
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bi daxuyaniyekê ragihand ku di kabîneya nû ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî de, dahata herêmê zêdetirî 40 milyar dolaran bûye, ji vê tenê 17 milyar û 980 milyon dolar ji bo mûçe hatine xerckirin. Şasiwar got, 22 milyar dolar ne diyar in û deynê li ser herêmê jî zêde bûne.
Rejîma dewleta rantiye ji bo xelkê Kurdistanê betal bû, lê ji bo desthilatê diyar e dewam dike. Lewma li gorî serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd 22 milyar dolarên dahata kabîneya Mesrûr Barzanî heta niha xuya nake ka bi ku ve çûne.
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa dahata herêmê û pereyê ji dahatê tê û niha nediyar e kir.
Şasiwar Ebdulwahîd got, di vê kabîneya 9’emîn de, dahata herêmê zêdetirî 40 milyar dolarî bûye, ji vê tenê 17 milyar û 980 dolar ji bo mûçe hatiye xerckirin. Şaswar da zanîn ku 22 miyar dolar nediyar in û deynê herêmê jî zêde bûye.
Serokê Tevgera Nifşê Nû got, “Ev kabîneya niha 7 mûçeyên karmendan nedane, ti projeyeke stratejîk temam nekiriye, rêya 100 metreyî ya Silêmanî, rêya Kelar-Silêmanî, Tunela Derbendîxan hinek projeyên din jî temam nekirine. Di vê kabîneyê de rêjeya bicihanîna sozan di asta sifrê de ye, baceke mezin ji beşên taybet ên sektora aboriyê tê wergirtin, rêjeya bêkariyê jî zêde bûye.”
Firotina petrolê ya qaçax
Heta sala 2014´an desthilatên li Başûrê Kurdistanê hewl didan sîstemeke dewleta rantiye ava bikin, ya ku dahata wê hemû ji firotina petrol û gazê be û kara wê ya mezin bibe ranta elîtên siyasî û malbatên desthilatê û para hindik jî di nava xelkê de were parvekirin.
Ji bo vê jî peymanên veşartî bi dewleta Tirk re jî hatine kirin ku heta îro jî naveroka wan bi rastî nayê zanîn. Hîna di salên 2015´an de behsa 24 milyar dolarên herêmê tenê di bankeya dewleta Tirk Halkbankê de dihat kirin.
Dadgeha federal betal kir
Dadgeh Federal a Iraqê ji ber vê rewşê, 15´ê Sibata bihurî derbarê qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistana biryar da û ew weke li dijî destûra bingehîn a rêveberiya navendî ya Iraqê nirxand. Wê ji herêmê xwest ku dahata ji firotina petrolê radestî Bexdayê jî bike. Wê şirketên ku bi Herêma Kurdistanê re dixebitin jî hişyar kirin da ku li gorî qanûna Iraqê û destûra wê ya bingehîn tevbigerin. Li ser vê biryarê hin şirketên navneteweyî yên li Kurdistanê dixebitîn, ji herêmê vekişiyabûn.
Qanûna neqanûnî
Dadgeha Federal têra xwe siyasî ye û tesîra Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîî li ser heye. Ji ber wê ev biryara wê halê hazir ji bo zexta aliyên siyasî li ser hev tê bikaranîn. Ji bo bicihanîna biryarê, hêzeke federal a ku zextê li rêveberiya Başûr û hêzên dagirker ên li Başûr ên weke Tirkiyeyê bike, nîne.
Parlamena Hewlêrê 6’ê Tebaxa 2007´an "Yasaya Petrola Herêma Kurdistanê" qebûl kiribû.
Axir bi van qanûn û peymanan hîna para desthilatê parastî xuya dike. Tevî ku hikûmeta Mesrûr Barzanî 7 mûçeyên karmendan nedane, 22 milyar dolarên wenda nîşan didin ku wan dev ji para xwe ya rejîma dewleta rantiye bernedaye.
NAVENDA NÛÇEYAN