Mesela talî derxistiye pêş

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Kanûn 2022 - 04:59

Filma Stille Post a ku heta dawiya salê jî di festîvalan de hat nîşandan, niha li sînemayên Elmanyayê tê nîşandan. Filma derhêner ê ciwan ê Elman Roderich Fabian bi mijareke ji bo Kurdan li Elmanyayê heyatî dadikeve. Lê film çê yan xirab e mirov ji navê dernakeve. Lewma yên ku dîmenan manîpule dikin ji bo ku balê bibin ser Kurdistanê, protagonîstên filmê Xelîl û Leyla ne. 

Di filmê de Xelîl û Leyla li Berlînê dimînin. Hîna zarokên wan nînin. Xelîl mamosteyê dibistaneke destpêkê ye, Leyla li kanaleke televizyonê rojnamevan e. 

Di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji Kurdistanê çend dîmen ji Leylayê re tên. Dîmen ji wan navçe û bajaran in ku dewleta Tirk dor li wan girtiye. Xelîl gava van dîmenan dibîne, ji nû ve siyasî dibe. Çawa gule li mirovan tên reşandin, bajar çawa tên wêran kirin, ev yek tesîreke mezin li wî dike. 

Leyla ji bo ku dîmenên ji wê re hatine, bên weşandin bi dîmenan dilîze. Lê Kurdên xuya nakin, jixwe xuya nakin. Pirsgirêka esasî ya çapemeniya Elman a ku xwe disipêre agahiyên fermî yên dewleta Tirk jî di diyalogan de xwe dide der, lê “sêwirandina” manîpulekirina dîmenan ji bo doza li dijî zilmê, di filmê de li pêştir e.  

Xelîl dibe aktîvîst

Axir di filmê de Xelîl vediguhere aktîvîstekî çalak ê ku dixwaze ji bo civaka xwe û welatê xwe Kurdistanê, li dijî neheqiyê têdikoşe. 

Ji ber ku derhênerê ciwan ê 35 salî Florian Hoffman, bêhtir belgefilm çêkirine, tesîra terza belgefilman jî lê bûye. Jixwe dîmenên orjînal bi terzê belgefilmê di filmê de hatine bicihkirin.  

Film niha li bajarên Elmanyayê yên weke Berlîn, Frankfurt, Hamburg, Munchen, Koln, Hannover, Bochum, Leverkusen, Stuttgart, Dresden, Leipzig û gelek bajarên din ji 15´ê Kanûna 2022´yan û pê ve tê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.