Mesela budceyê bû girêk

Çarşem 27 Çile 2021 - 16:30

Hevdîtinên şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê dewam dikin. Şande bi Lijneya Parlamena Iraqê re li ser para Herêma Kurdistan a di projeyasaya bûdceya sala 2021’ê de civiya.

Şande bi cîgirê serokê Desteya Parlamena Iraqê, nûnerên lijne û hêzên siyasî re civiya.

Li gorî medyaya Iraqê, civîn li ser çareserkirina para herêma Kurdistan ya di projeyasaya bûdceya sala 2021’ê de çêbûye.

Parlamenterê YNK’ê Hesen Elî ragihand ku li ser radestkirina hemû çavkaniyên dahat û mezinahiya xerca tê kirin, nakokî dewam dike. Lê di dewamê de jî wî got; “Em bi hêvî ne wê lihevkirinek çêbe û para herêma Kurdistanê di yasayê de were bicihkirin.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.