Meşaleya 68’an ronî dide

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:42

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê pêşengên tevgera şoreşger ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê xwedî li mîrateya wan derbikevin.

Desteya Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got,“Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan dema ku ber bi sêdarê ve meşiyan, gotin ‘Bijî xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk’ û ji hemû mirovahiyê û gelên Tirkiyeyê re jiyana xwişk-biratî û rûmetê weke mîrate hiştin. Ev her sê şoreşger beriya 52 salan bi cînayeteke siyasî hatin qetilkirin. Denîz, Mahîr, Îbo, Mazlûm, Xeyrî û Kemalan li ser vê xakê bûne sembola fedayîtiya ji bo gel. Helbet yên me ji dest dane pir mezin in, lê tarîfa yên me winda kirine nîne bes îdeal û xeyalên me hîn mezintir in.

Pêşeng sêdarkirin

Di daxuyaniyê de hate diyarkrin bi sêdarkirina pêşengên şoreşger hatiye xwestin ku civak bê fetisandin û hate gotin,’’Bê guman ti windahî û êş ne beleheq in. Denîzan, Mahîran, Îboyan, Mazlûman, Kemal û Xeyriyan xeyala ‘jiyana azad, wekhev û di nava aştiyê de bi hev re’ dikirin. Îro ev bûye îdeala bi milyonan. Pêşengên şoreşger ên me di têkoşînê de ji dest dane, îro di dil û têkoşîna bi milyonan mirovan de dijîn. Desthilatdaran mirovên pêşeng şandin ber sêdarê û bi vî rengî hewl dabûn ku daxwaza şoreşê ya civakê bifetisînin.’’ 

Meşa bi serbilindî

Daxuyaniyê wiha domand: ‘’Lê piştî 50 salan daxwaza civakê ya ji bo şoreşger û guherînê hîn mezintir bûye. Meşaleya azadiyê ya ku di 68’an de hatî vêxistin, hîna jî rêya her kesê têkoşer ronî dike. Li ser vê xaka ku malûvanî ji medeniyet, zanist û mirovahiyê re kiriye, şoreşger û têkoşeran duh serî ne tewand û îro jî bi rengekî serbilind ber bi siberojê ve meşa xwe didomînin.

Em ê li mîrateyê xwedî derkevin

Di serî de Denîz, Huseyîn û Yûsûf em kesên ku li ser rêya şoreş û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane û berdêlên mezin dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê xwedî li mîrateya wan derbikevin û ji bo afirandina jiyana azad û wekhev têkoşîna xwe bidomînin. Gelên Tirkiyeyê jiyana azad û wekhev heq dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.