Meşa Dirêj a ciwanan

Yekşem 11 Îlon 2022 - 21:15

  • Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji welatên cuda, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Essenê yê Elmanyayê doh dest bi Meşa Dirêj kir.

Meşa Dirêj bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" tê lidarxistin.

Ji Elmanya, Îngilistan, Fransa, Swîsre, Kolombiya, Awûstralya, Îtalya, Spanya, Hollanda û gelek welatên din ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevlî meşê bûn. Ciwan destpêkê li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girtin. Bi navê komîteya amadekar a çalakiyê Çekdar Serhad daxuyaniyek da. Çekdar got, "Em destpêkê şehîdên Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê îro ji bo Rêber Apo meşa dirêj lidar bixin. Zêdeyî 18 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Lewma bi navê ciwanên Kurd û entenrasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim çalakiyan lidar bixin. Em hêzên gerîla silav dikin ku li çiyayên azadiyê li hemberî çekên kîmyewî şer dikin. Bi navê ciwanên Kurd em dibêjin divê em bibin parçeyek ji vî şerî. Bi ruhê 14'ê Tîrmehê, bi ruhê Bêrîtan û Zîlanan em ê vê berxwedanê dewam bikin."

Meşa pêşî 1983 çêbû

Ji komîteya amadekar Muharrem Aral jî wiha axivî: "Meşa me ya dirêj a destpêkê ji Hanau heta Hannoverê 17 rojan dewam kir. Esasê vê meşê ku sala 1983'an hate lidarxistin zexta li zindanan û agahiya li se şehadeta Mazlûm Dogan bû. Wê demê di Îlona 1982'an de li zindanan zexteke giran û li Kurdistanê jî êşkence hebû. Di nava kesên ku ew meş pêk anîn de Şehîd Hozan Sefkan, Kasim Engîn û Hozan Mizgîn hebûn. Şehîd Kasim Engîn di wê meşê de gotibû, 'Mêtingeriya Tirk êdî li dû trenê ma'. Meşa Dirêj a ku wê rojê destpê kir, îro bi ciwanên enternasyonalîst dewam dike.

Em vê meşê diyarî hevrêyên xwe dikin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me ye."

Polêsên Elman dostê faşîstan e

Ciwanan piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir. Piştî meş dest pê kir polêsên Elman êrîşî çalakgeran kir. Ji aliyekê ve ku faşîstan hewl dan ku meşê provoke bikin, polêsên Elman jî êrîşî meşvanan kirin. Polêsan hin ciwan kirin binvçavan. Meş wê şeş rojan dewam bike.  

ESSEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.