Meşa Azadiyê didome

Duşem 5 Sibat 2024 - 01:45

  • Meşa Mezin a Azadiyê ku bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û statûya Kurdistanê 1’ê sibatê li Wan û Qersê dest pê kirî roja 4’an didome. Siyasetmedarên ku tevlî meşê bûne guh nadin sir û seqemê û bi kelecanî, coşiyekê meşa xwe didomînin. Karwanê Meşa Azadiyê li cihê ku diçinê bi dilgermî têne pêşwazîkirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ê ku tevlî baskê meşê yê Qersê bûyî têkilî armanca Meşa Azadiyê got,’’Em hewl didin hestiyariyekê ava bikin. Tecrîda îro li ser milyonan kes e ku dibêjin ‘birêz Ocalan îradeya me ye’. Nifteya çareseriya tevahiya krîzên li Rojhilata Navîn di destê birêz Ocalan de ye. Hemû gelên cîhanê di çalakiyên xwe de daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Peyama me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heke pêşeroj û aştiyekê bixwazin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe çareserî çênabe.” 

Gelê Kurd ceza dikin 

Ozturk, wiha domand: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi salan e ku kampanya têne lidarxistin. Me her tim qala aştiyeke birûmet kir û dê bikin jî. Dibe ku hûn fikrên birêz Ocalan nepejirînin lê heke aborî ketibe vî halî, divê mirov guh bide Îmraliyê. Desthilat hewl dide  ku bi tecrîdê di şexsê birêz Abdullah Ocalan de gelê kurd ceza bike. ‘’

Meş hêviyê geş dike 

Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî got ku heta tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ev meş, meşeke birûmet û pîroz e. Di bin sir û seqemê, di bin berfê de hêviyê geş dike.’’ 

Divê herkes li meşê xwedî derkeve 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî wiha aixvî: ‘’Em ê vê xakê bikin paytexta aştî û wekheviyê. Divê her kes vê rûmetê bijî û xwedî li meşê derkeve. Dê encama vê meşê teqez bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê hemû gel li dora fikrên birêz Ocalan bibin xelek û bikin ku azad bibe. Tu kes nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe. Dîroka me dîroka gelê birêxistinkirî ye. Em îro ji bo azadiya xwe dimeşin.” 

Gel li ser piyan e 

Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî bal kişand ser têkoşîna hevpar û wiha got: “Bi vê meşa mezin re em careke din bi bîr dixin ku têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê têk neçûye. Tevî hemû êrişan jî gel li ser piya ye û baweriya wan bi têkoşîna hevpar heye.’’

Tecrîd bandorê li herêmê dike

Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xakên Qedîm Windakirin re (KATDER) Ramazan Demîr got,’’Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Divê Serok di demekî herî nêz de azad bibe. ‘’

Pêşwazî coşa me zede dike

Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Hanim Kaya jî got ku li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşwazîkirina bi girseyî hem mirûzê me xweş dike hem jî coşa me zêde dike. Dem dema azadî û serkeftinê ye.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.