Meşa azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê

În 2 Sibat 2024 - 04:55

  • Meşa Azadiyê ya Mezin li Wan û Qersê bi coşeke mezin dest pê kir. Di daxuyaniya hevpar a derbarê meşê de wiha hate gotin: Li vî welatî avakirina aştî, dadmendî, demokrasiyê û azadiyê bi pêkanîna şertên azadiya fizîkî ya Rêzdar Ocalan û qebûlkirina statûya gelê Kurd pêkan e.

Li Wanê  Meşa Azadiyê ya Mezin a ji bo azadiya fizîkî û statûya Kurdistanê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakir, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest pê kir. Meş heta 15’ê Sibatê wê bidome. Bi hevdemî li Qersê jî Meşa Azadiyê ya Mezin dest pê kir.  Derbarê meşê li Qersê Wekîla Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan daxuyaniya hevpar xwend.

Daxuyaniya hevpar a Meşa Azadiyê li Wanê, ji hêla Wekîlê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îlmez ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin polîtîkaya tecrîdê ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê birêvebirin, azadiya Kurdan, aştiya gelên Tirkiyê û jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn ji xwe re kiriye hedef û jiyana hevpar a gelan sabote dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin,‘‘Divê raya giştî pê zanibe ku pergala Îmraliyê destpêka rejîma nehiqûqiyê ye ku pêşî li Îmraliyê dest pê kiriye. Tecrîda ku civak û welat hêsîr kirî heke ji Imraliyê dest pê kiribe û ji wir berbelav bûbe, bi şikandina tecrîda li Imraliyê û vekirina rêya azadiyê, li Tirkiyê hawîrdoreke bi siberoja azad, demokratîk, aştiyane, dadmend û mirov bikaribe lê bijî, dikare were avakirin. Ji ber vê sedemê, li dijî van êrîşan ku tevahiya jiyanê dike hedefa xwe, em biryardar û xwedî vîn in ku têkoşîna xwe ya hevpar û demokratîk geş bikin. Em ê azadiyê ji Imraliyê bidin destpêkirin û bikin ku tevahiya welat qezenc bike, bi vê armancê bi biryardarî heta dawiyê em ê bimeşin. Bi vê armancê em Meşa Mezin a Azadiyê didin destpêkirin. Li dijî tarîtiya tecrîdê ku li ser gelan tê ferzkirin bersiva herî xurt em ê bi Meşa Azadiyê bidin. Ji ber ku ne em gelê Kurd û ne jî gelên Tirk jiyaneke di bin tarîtiya tecrîdê qebûl nakin û em ê qebûl nekin.‘‘

Kurdistan û Tirkiye bûye Îmralî 

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate diyarkirin tecrîd bûye rejîma rêveberiyê, bi tecrîdê dixwazin Kurdan, gelên kedkar, jinan, tevahiya civakê bê nefes bihêlin, tecrîd hatiye asteke wiha ku ‚‘‘Tirkiye bûye Îmralî, Kurdistan bûye Îmralî. Kilîta li deriyê Îmraliyê xistine li Tirkiyeyê xistine.‘‘ Her wiha hate gotin:‘‘Aqilê ku jê weye ku wê karibe pirsa Kurd bi polîtîkaya tecrîdê li Imraliyê heps bike û bide jibîrkirin, Tirkiye ber bi krîzên mezin, hilweşandin û rizîbûnê ve biriye. Lê pirs bi rengekî hê mezintir li  naverastê ye. Çareserî her roj xwe ferz dike.‘‘

Em ê mûma pêşî li Imraliyê vêxin

Bi berdewamî hate bibîrxistin ku polîtîkaya tecrîdê ev 25 sal in li Imraliyê tê rêvebirin, ev 35 meh in ku qet xeber ji Ocalan nayê standin û hate  gotin,‘‘Em ji bo ku li dijî vê tarîtiyê mûma pêşî ji Imraliyê vêxin û rojên ronak bîni tevahiya welat des bi Meşa Mezin a Azadiyê dikin.‘‘ Em pê dizanin çareseriya demokratîk û mayinde ya pirsa Kurd, avakirina aştiyeke birûmet, demokratîkbûna Tirkiyê, rêya ku Tirkiyê bigihîne dadmendiyeke rastîn û pergala hiqûqê bi rakirina pergala Imraliyê pêkan e. Li vî welatî avakirina aştî, dadmendî, demokrasiyê û azadiyê bi pêkanîna şertên azadiya fizîkî ya Rêzdar Ocalan û qebûlkirina statuya gelê Kurd pêkan e. 

Em ê îflasa tecrîdê ragihînin

Bi rakirina tecrîda mitleq em in yên ku wê aştiyê bînin welêt û herêmê. Em gelê Kurd, derdorên demokratîk û şoreşgerên Tirkiyê; Elewî, ciwan, jin û kedkar bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li tecrîda mitleq bînin. Rêya şikandina tecrîda mitleq têkoşîna hevpar e. Bi vê çarçoveyê, bi Meşa Mezin a Azadiyê em ê îflaskirina polîtîkayên tecrîda mitleq ragihînin.‘‘

Bila her kesî tevlî meşê bibe

Bi berdewamî hate gotin Meşa Mezin a Azadiyê ji bo azadiya her kesî ye, meş ji bo aştiyeke birûmet, ji bo jiyaneke wekhev, welatekî demokratîk e, ji bo dadmendiyê ye û heta ku dawî li pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were û Rêber Ocalan ji hêla fizîkî azad bibe têkoşîna demokratîk wê were domandin û bang li tevahiya gelê Kurd, gelên heremê û rayagiştî ya demokratîk hate kirin ku destekê bidin Meşa Mezin a Azadiyê.

Em ê bi Meşa Azadiyê bi ser bikevin

Daxuyaniya hevpar bi van rêzikan qediya:’’Ji bo ku em Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji kedxwarî û pergala zextê rizgar bikin, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad a di navbera gelan de, em ê bi Meşa Mezin a Azadiyê bi serkevin. Bi hevparbûna têkoşîna berxwedanê ya grevên birçîbûnê ya li zindanan ku ev 67 roj in didome, bi teqezî em ê bi ser bikevin. Ti şik û guman jê nîne ku serkeftina Meşa Mezin a Azadiyê wê deriyê serfiraziyê li gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn veke.‘‘

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.