Mêran şideta xwe şermezar kir

Sêşem 30 Mijdar 2021 - 23:02

  • Li Hesekê û Qamişloyê mêran li dijî şideta beramberî jinê çalakî li dar xistin. Wan got, şideta mêran li dijî jinan nabe bê qebûlkirin û "Heger jin rizgar nebin, mêr jî rizgar nabin".

Bi hezaran mêran li Qamişlo û Hesekê got ‘Na ji kuştina jinan re’. Di çalakiyan de şideta li dijî jinan hate şermezarkirin. 

Di çarçoveya çalakiyên li dijî şideta beramberî jinan de bi hezaran mêrên li kantonên Qamişlo û Hesekê bi dirûşma “Li dijî şidet û dagirkeriyê têbikoşe” meşên girseyî li dar xistin. 

QAMIŞLO: Doh sibehê, bi sedan mêrî li Qamişloyê meşek li dar xist. Ew ji Çerxerêya Şerq heta bi Çerxerêya Sonî meşiyan.

Li Çerxerêya Sonî, li ser navê PYD´ê Ebdulkerîm Ehmed got: “Em qebûl nakin di civaka me de li ser navê namûsê yan navekî din, jin werin kuştin. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karî bi îrade û berxwedana xwe ji zêhniyeta baviksalar bibihurin.”

AMÛDÊ: Li Amûdê mêr li pêşiya Qada Şehîd Cîhad kom bûn. Wan pankartên li ser wan nivîsandî “Zewicandina zarokan sûc e”, “Şideta li dijî jinan rawestînin”, “Na ji kuştina jinan re” hilgirtin.

Ew ji heta ber Meclisa Malbatên Şehîdan meşiyan û li hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Mihemed Ehmed axivî:

“Rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinan ji qeydên malê pêkan e. Divê em rê li pêşiya dayik, hevjîn û keçên xwe vekin. Heger jin rizgar nebin, mêr rizgar nabin.”

GIRKÊ LEGÊ: Meşa Mêran a li Girkê Legê ji Meydana Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li navenda navçeyê rawestiya. Li wir li ser navê PYD`ê Mistefa Mam Xêr got, "Em li kêleka jinên cîhanê ne da ku em edaletê pêk bînin û bigihêjin civakeke demokratîk ku mafê her kesî misoger dike."

DÊRIK: Li Dêrikê mêr ji Meydana Azadî heta bi meydana sûka navendî meşiyan.

Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî "Li ser rêya Hevrîn û Zehrayan em ê berxwedanê xurt bikin" hat hildan.

TIRBESPIYÊ: Li  Tirbespiyê bi sedan mêr ji pêşiya Şaredariya Gel heta ber Navenda Kongreya Star a navçeyê meşiyan. Li wir, endamê rêveberiya PYD´ê Silêman Hisên got, “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya beşdarbûna jinan destketiyên mezin bi dest xistin.”  

ÇILAXA: Li Çilaxa mêr ji çerxerêya Şehîd Masûm heta bi meydana geracê meşiyan. Li vir endamê rêveber ê PYD`a navçeyê, Eşref Remadan got, rizgariya jinan bingeha serketin û pêşketina civakan e. 

TIL HEMÎS: Li Til Hemîsê mêr ji pêşiya avahiya meclisa navçeyê heta bi çerxerêya Şehîdan meşiyan. Li vir Xalid El-Nayif li ser navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê got, "Êdî bes e jin ji koletiyê û zulmê azaran dikişîne. Divê civak fêm bike ku jiyanan bi jinên azad re xweşiktir dibe."

HESEKÊ: Mêr ji pêşiya Baxçeyê Rêber Apo yê li taxa Nasra heta bi Çerxerêya Cûdî meşiyan. Li vir ji rêveberên meclisa PYD`ê Abdulxenî Oso got, şoreşa azadiyê bi serkêşiya jinan didome, bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê jî bûye nimûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.