Memoranduma dijminatiya Kurdan

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 21:21

  • Nexasim li Swêdê divê li rêyên hiqûqî bê nihêrin ka ev kirinên neheq ên hikûmetên Swêdê çawa dikarin bên astengkirin. Biryareke hiqûqî weke ya li Belçîkayê, wê li ber hikûmetên Swêdî xira bike ku karibin dijminatiya Kurdan evqasî eşkere bikin. Yanî mirov dikare ji tevgera Kurd bixwaze ku vê xala 5´an a memorandumê bi gavên hiqûqî pûç bike.  

REWŞAN DENIZ

Di civîna NATO, Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê ya li paytexta Spanyayê Madrîdê de Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê pêr êvarê memorandumek îmze kir. Li gorî vê memorandumê, dewleta Tirk li ber endametiya herdu dewletan a NATO´yê êdî ranabe û vetoya xwe radike. Lê xalên memorandumê yên ku eşkere dijminatiya miletê Kurd dikin jî darîçav in. Di xala 4´an de Swêd û Fînlandiya teahud dikin ku ti alîkariyê nedin PYD û YPG´ê. Di xala 5’an de jî PKK´ê weke rêxistineke terorîst bi nav dikin û ew di vê xalê de ji bo pêşîgirtina çalakiyên PKK´ê hevkariya bi dewleta Tirk re teahud dikin. Di nava gavên berçav de jî di bin xala 8´an de mekanîzmayeke sêalî ye, ya ku wê "dialoga birêkûpêk û hevkariyê" yek ser ji bo şerê li dijî Kurdan hatiye dîzaynkirin. Di bin heman xalê de Swêd û Fînlandiya teahud dikin ku li dozên teslîmkirina penaberên siyasî ji nû ve binihêrin, gava vê bikin jî wê delîl û agahiyên dewleta Tirk bide jî li ber çavan bigirin.

Ji bilî vê memorandûmê, NATO´yê çi da dewleta Tirk? Em halê hazir pê nizanin. Em dizanin ku Swêd û Fînlandiyayê ji serokê Emerîkî Biden rica kir ku bi Erdogan re bi rêya telefonê bipeyive.       

Kurdan destevala dihesibînin

Em li wan xalan vegerin û bi armanca dijminatiya miletê Kurd hatine hazirkirin. Xala 4´an li cihê elaqedar dibêje, "Weke endamên bê yên NATO´yê Fînlandiya û Swêd tam destekê didin Tirkiyeyê beramberî tehlûkeyên li dijî ewlekariya wê ya neteweyî. Ji bo vê, Swêd û Fînlandiya wê destekê nedin YPG/PYD´ê û rêxistina li Tirkiyeyê navê FETO lê tê kirin. … Fînlandiya û Swêd bêdudilî tevahiya rêxistinên terorîst ên ku xwe amade dikin êrişî Tirkiyeyê bikin, rûreş dikin, û piştgiriya xwe ya şidayî bi Tirkiyeyê û malbatên qurbanan re îfade dikin."   

Li vir, ti tehlûkeya ku PYD û YPG ji bo ewlekariya Tirkiyeyê çêkin nîne, esas dewleta Tirk di warê sereke yên insanî de ji bo miletê Kurd li Rojava û temamê Sûrî tehlûkeya qirkirinê ye. Tevî vê jî, tevî ku PYD û YPG weke terorîst nayên bi nav kirin jî, tên cezakirin. Tevî ku dewleta Tirk ji bo mirovên li Rojava û seranserê Sûrî tehlûkeyeke man û nemanê ye, dîmenekî berovajî vê bi vê xalê tê qebûlkirin û nîşandan.

Gelo Kurdên Swêdê û PYD û YPG´ê beramberî vê divê bêdeng bin? Bi ya min na. Kurd di siyaseta Swêdê de li gorî nifûsa xwe xwedî hêzeke tesîrker in. Hem di siyasetê de û hem jî li kolan û meydanan divê nîşanî hikûmeta Swêdê bidin û wê serê xwe ji desthilata dîktator a dewleta Tirk re tewandiye. Li dijî QSD û YPG´ê gelek welatiyên Swêdê û Fînlandiyayê di nav refên çeteyên DAIŞ´ê de şer li dijî mirovahiyê kir. YPG dikare di ser wan re zextê li siyaseta herdu welatan bike. PYD jî dikare sempatiya ji bo xwe ya li Skandînavyayê li dijî hikûmeta heyî, û vê memorandumê bi kar bîne. Bi her halî siyaseteke Rêveberiya Xweser beramberî vê xalê divê hebe.      

Bila Kurd xala 5´an hiqûqî pûç bikin

Di xala 5´an de jî careke din û bi israr binavkirina neheq û siyasî ya weke terorîst a PKK´ê derketiye pêş. Di demekê de ku gelê Kurd li Ewrûpayê bi kampanyayên cihê êdî qedexekirina PKK´ê û bi neheqî di lîsteyên terorê de bicihkirina wê bi dawî bike. Ev xisûs muhim e. Êdî ne tenê li Elmanyayê, nexasim li Swêdê divê li rêyên hiqûqî bê nihêrin ka ev kirinên neheq ên hikûmetên Swêdê çawa dikarin bên astengkirin.

Biryareke hiqûqî weke ya li Belçîkayê, wê li ber hikûmetên Swêdî xira bike ku karibin dijminatiya Kurdan evqasî eşkere bikin. Yanî mirov dikare ji tevgera Kurd bixwaze ku vê xala 5´an a memorandumê bi gavên hiqûqî pûç bike.  

Di gavên pratîk de jî ew çerxa "diyalog" û "hevkariya" bi desthilata dewleta Tirk a dîktator re wê rê li ber gelek dozên hiqûqî veke. Nexasim ew dozên teslîmkirina penaberên siyasî yên Kurd wê hema welê ji xwe re bi rê ve neçin. Her doz wê di siyaseta Swêdê de deng vede û bawer nakim keseke/î tenê jî bihêle ku wê/wî wisa bêdeng bidin dest dewleta Tirk. Siyaseta Kurd niha wê nîşan bide ka dîplomasiya gelan çiqasî tesîr kiriye û bi wê dîplomasiyê ka çi qasî wê dijminahiya di memorandumê de karibe pûç bike. 

Meseleyên rakirina ambargoya sîlehan ne meseleyên cidî ne. Ji ber ku ambargoyên cidî li dijî dewleta Tirk jixwe nebûn. Yekîtiya Ewrûpayî ferzkirina ambargoya sîlehan tevî êrişa dagirkeriya ya dewleta Tirk a li dijî Efrînê û paşê li dijî Serêkaniyê bi serkêşiya Elmanya û Ingilistanê asteng kiribû.
  
Heger zû bibin endam

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg piştî îmzekirina memorandumê got, xebata endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê bi lez pêk tê û piştî erêkirina protokolên endametiyê li 30 parlamentoyan, mesele diqede. Bi ya wî ev pêvajo wê zû biçe serî.

Axir tiştên din ên ku gotine, ji bo nîşandana serketîbûna NATO´yê ne. Hêza destwerdanê ya 300 hezar kesî, zêdekirina mesrefên leşkerî li tevahiya dewletên endam û wekî din.

Heger Swêd û Fînlandiya zû bibin endam, divê Kurd jî zû li ber dijminatiya memorandûmê rabin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.