Filma "Melîkeya Cingeneyan (Gipsy Queen)" îro êvarê saet 20´an li Vhs-Filmauslese li Burg-Lichtspiele Mühlbach a li bajarê Karlstadt, bê nîşandan.
Nivîskar û derhênerê Kurd Huseyin Tabak ev filma hanê çêkiriye. Jina bi navê Ali ya ciwan ji ber ku di boksê de serketiye, civaka wê ya Cingene pê serbilind e; nexasim jî bavê wê yê ku navê "Melîkeya min a Cingeneyan" lê dike. Lê gava ku cara duyê bêyî ku zewicandî be bi zarok dibe, bavê wê, wê red dike.
Ali li cihekî ku karker û xizan lê dimînin ê Hamburgê bi cih dibe û her du zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dike. Ji bo debara xwe jî bike, pêşî dibe xizmetkar û paşê paqijiya bareke bi navê "Ritze" dike. Li vê bara hanê di jêrzemîne de jî boks tê kirin ji bo pereyan. Li wir gava ku ew antronorê boksê Tanne nas dike jî xwe dide ber vegereke rîngên boksê. Ev filma ku Huseyin Tabak derhênerî û senarîstiya wî kir, par hat çêkirin, û 113 deqîqeyan dirêj e. Destpêka nîşandana filmê wê 21´ê Gulana bihurî bûya, lê film ji ber şewba Covid-19´ê ev hat paşvexistin. Dawiya Hezîranê karî dest bi weşana li sînemayan bike, lê ji ber şewbê nekarî weke adetê li sînemayan bê nîşandan.
ASCHAFFENBURG