Mekanê berxwedanê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 09:14

  • Li wargeha penaberan a Mexmûrê, Hunergeha Şehîd Delîla ji bo ciwanan bûye stargeheke hunerî. Yek ji mamosteyên hunergehê Elî Bîlen dibêje, “Ev hunergeh jî cihekî berxwedana ciwanên wargehê ye. Bi hunerê xwe berxwedana gelê wargehê û gelê Kurd li ser rûpelên spî xêz dikin û dikin mîrateyên vê berxwedana pîroz.”

JIYAN PÎRAN / ROJNEWS / MEXMÛR

Hunermed di her kêliya jiyanê de bi hestên cuda rastiya jiyanê bi hunerê xwe dixemilîne. Ji ber ku huner stargeha hestên hunermendan e. Bi dest, dil, ruh, can û hestê xwe êş, berxwedan û kelecana civaka xwe vedihunin. Bi hunerê xwe civaka xwe vedibêjin û didin vegotin. Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî di bin sîwana Hunergeha Şehîd Delîla de bi hestên xwe yên hunerî jiyana xelkê wargehê û gelê Kurd şirove dikin. Ji bo ku em zêdetir agahiyan di derbarê vê hunergehê de kom bikin yek ji avakar û mamosteyên vê hunergehê wênesaz Elî Bîlen axivî.

Mamoste Elî Bîlen ku ev 19 sal in di Hunergeha Şehîd Delîla ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê de karê hunerî dike wiha behsa jiyana xwe ya hunerî kir û got: “Di roja me ya îro de herî zêde di civakê de êriş li ser fîzik û fikrê jinan çêdibin. Ez jî dixwazim bi hunerê xwe êş, berxwedan û zilma li ser jinê pêk tê pênase bikim.”

Elî Bîlen bi komek xwendevanên hevalê xwe re li ser pêşniyaza mamosteyê xwe, di sala 2004’an de li Weqfa Jinê dest bi perwerdeya şêwekarî yan jî xêzkirina wêneyan dike. Ruxmê hemû bêderfetiyan jî ti caran Mamoste Bîlen dest ji armanca xwe ya fêrbûna xêzkirina wêneyan bernade. Bi demê re derfetên Hunergeha Şehîd Delîla li gorî pêvajoyên wargeh di wan re de derbas dibe, tên guhertin. Ev hem di warê erênî de hem jî di warê nerênî de bandorê li ser mamoste û xwendevanên Hunergeha Şehîd Delîla çêdike. Em dikarin bibêjin ev hunergeh jî cihek yê berxwedana ciwanên wargehê ye. Bi hunerê xwe berxwedaniya gelê wargehê û gelê Kurd li ser rûpelên spî xêz dikin û dikin mîrateyên vê berxwedana pîroz.”

Ber bi derfetên baş ve

Mamoste û Şêwekar Elî Bîlen balkişand li ser bêderfetiyên rojên destpêkê ku çawan di germahiya havînê de ji bo heskirina xwe ya hunerî li berxwedan û got, “Me bi komek piçûk di odayek biçûk ya Saziya Weqfa Jinê de dest bi perwerdeya hunerî kir. Me gelek bêderfetî dît. Lê ji ber ku heskirina me ya li hember huner zêde bû, me li berxweda. Mamosteyê ku em perwerde dikirin jî wek me xwendevan bû li zaningehê dixwend, li kêleka xwendina xwe perwerde dida me. Tê bîra min odeya ku em têde dixebitîn havînan zêde germ bû rûpelên ku me wêne li ser xêz dikir ji ber xwîdanê şil dibûn. Bi demê re defetên me çêbûn ku em dikarin niha bi sedan xwendevan li vir perwerde bikin.”

Bê huner sebra wî nayê

Elî Bîlen da zanîn û ku deriyê hunergeha wan ji hemû ciwan û xelkê wargehê re vekiriye û got; “Em gelek ciwan li vir di aliyê hunerî de hatin perwerdekirin û heta niha jî dewam dike. Ez hem diçûm dibistanê hem jî min perwerda wêne xêzkirinê didît. Demekê ji ber zanîngehê min navber da karê hunerî. Ji ber ku ez ne bi xwestek çûbûm zanîngehê, berî mehek biqede min dev jê berda û vegeriyam ser karê hunerî yê wêne çêkirinê. Huner êdî bûye parçeyek ji jiyana min ger ez rojek neyêm vê derê sebra min nayê.”

Di riya Şehîd Delîla de dimeşin

Elî Bîlen di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku êrişên li ser jinê weke hunermendekî bala wî dikşînin û ew dixwaze bi hunerê xwe vê rewşê şirove bike. Elî Bîlen dewam kir; “Di roja me ya îro de herî zêde di civakê de êriş li ser bedena jinê û fikrê jinan çêdibe. Ez jî dixwazim bi hunerê xwe êş, berxwedan û zilma li ser jinê pêk tê vebêjim. Min heta niha ti hunermedekî beriya xwe ji xwe re nekiriye rêber, ez dixwazim hunerê xwe bi şêwazê hestê xwe bixemlînim. Lê li ser şêwazê xêzkirina wêneyan gelek lêkolîn dikim. Şehîd Delîla hem şoreşgerek hem jî di warê hunerî de xwedî kedeke mezin bû. Ji bo wê me navê hunergeha xwe bi navê jinek şoreşger û hunermend şehîd Delîla vekir.”

Li Başûr pêşangehên hunerî

Şêwekar Bîlen di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku heta niha beşdarî hemû mihrîcanên 4’Nîsanê yê ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûye û got: “Roja 4’ê Nîsanê rojek bi mane ye. Ji ber ku roja rojbûn û şiyarbûna gelê Kurd e, Gelê Kurd bi rojbûna Rêberî re ji xewa sedan salan şiyar bûn. Min beşdarbûna xwe ji bo hemû pêşangehên hunerî yên mihrîcanên 4’ê Nîsanê ku li wargehê hatîn lidarxistin re çêkiriye. Beriya rêya wargehê were girtin me pêşengehên hunerî li Navçeya Mexmûr, bajarê Silêmanî û Kerkûkê çêdikir. Li her sê cihan jî gel eleqeyek zêde nîşanî pêşangehên me dan. Ez bang li tevahî ciwanên me dikim ku li pey xeyalên xwe herin û hertim ji bo armanca xwe têkoşînê bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.