Meheke dor li şirketan girtine

În 8 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Ji êrişa dewleta Tirk a li Amedê ya li dijî rojnamevanên Kurd ve 16 rojnamevan girtî ne û şîrketên produksiyonê Piya û Arî jî hîna dorlêgirtî ne. 

Ji êrişa dewleta Tirk a li Amedê ya li dijî rojnamevanên Kurd ve 16 rojnamevan girtî ne û şîrketên produksiyonê Piya û Arî jî hîna dorlêgirtî ne. Yanî polêsên Tirk dor li wan girtiye, da ku bi kurdî bernameyan hilneberînin. 

Di 8'ê Hezîranê de di operasyonên qirkirinê de yên li dijî rojnamevanên Kurd de 22 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê xistibûn nezaratê û 16 ji wan hatibûn girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li gel hin navnîşanên şexsî, polêsê Tirk ê dagirker her wiha avêtibû ser JINNEWS, şirketên produksiyonê yên Pel, Piya û Arî.

Polêsan dest danî ser malzemeyên dîjîtal ên ajans û şirketên produksiyonê, dawî li lêgerîna li JINNEWS, Produskiyona Filman a Pelê anî.

Lê belê polêsan hîna jî dor li şirketên produksiyonê Piya û Arî neaniye.

Li gorî agahiyan dema lêgerînê ya têkildarî herdu şirketan bi rengekî kêfî hatiye dirêjkirin.

Ji ber biryara nepenîbûnê ya li ser dosyayê, agahiyê jî nadin parêzeran li ser lêgerîn û dorpêçkirinê.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.