Meclîsa Federal Qirkirina li dijî Êzîdiyan qebûl kir

În 20 Çile 2023 - 01:53

Meclîsa Federal a Elmanyayê bi qebûlkirina pêşniyazqanûneke partiyên hikûmeta federal SPD, Partiya Keskan, FDP´ê û ji derveyî hikûmetê partiyên xiristiyan demokrat, fermana DAIŞ´ê ya li dijî Êzîdiyan weke qirkirin (Jenosîd) qebûl kir. Partiyan hemûyan destek da pêşniyazqanûnê û bi yekdengî pêşniyazqanûn hat qebûlkirin.

Di pêşnûmayê de ji hikûmeta federal tê xwestin ku li derfetên organîzekirina konferanseke siyasî ya ji bo ewlekarî û jinûveavakirina Şengalê bikole.

Li Elmanyayê jî wê navendeke arşîvkirin û belgekirinê bê fînansekirin û her wiha kursiyekî zanîngehê yê înterdsîplîner jî. Wekî din di dozên penaberiyê de jî wê zilma dewam dike ya li Êzîdiyan, bê qebûlkirin.

 

Ji êrişên Tirkan re bibêjin êdî bes e! 

Di dema axaftinên li ser mijarê de, ji Partiya Çep Sevîm Dagdelenê li civata giştî a meclîsê de nerazîbûna xwe îfade kir ji hilnedana navê YPG´ê ya ku di astengkirina qirkirineke berferehtir de rola wê heye. Wê paşê berê xwe da wezîra karê derve ya Elman Baerbockê û got, “Hûn dixwazin Şengalê û Êzîdîyan biparêzin, naxwe tavilê lazim e hûn ji êrişên Tirkiyeyê yên li dijî hiqûqa navneteweyî re bibêjin, êdî bes e.”  

 

Mijarê dibin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî

Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbockê paşê peyivî, lê bersiv neda Dagdelenê. Wê got, “Ji bilî vê biryarê tevahiya civaka Elman jî ya hatî serî Êzîdiyan weke qirkirin qebûl dike. Ji bo ku sûcdar bên dadgehkirin û sûcê qirkirinê derbasî nifşên din nebe, em ê bikin ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî zend û bendan vemale.”

Baerbockê paşê jî behsa tercîha operasyona leşkerî ji bo astengkirina qirkirinê kir: “Me çima hingê tiştek nekir? Gelo ji ber qewmê mexdûran, me tiştek nekir? Operasyonên leşkerî timî meseleyeke hesab û mitaleyan e, lê belê divê tercîhên leşkerî ji bo astengkirina qirkirinan hebin.”

 

Behsa PKK’ê û YPG´ê nekirin

Wê behsa PKK´ê ya ku ji bo astengkirina qirkirinê berê xwe bi vê tercîha leşkerî da Şengalê nekir û navê wê hilneda. Wê navê YPG´ê jî hilneda.

Baerbockê li ser mijarê di ser hesabê xwe yê twitterê de bi Kurdî jî got, “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatbûn revandin, bûbûn kole, û qurbaniyê destdrêjkirinê. Ev êşa wan min ti carî bernade. meclîsa Federal biryar da ku navê sûcên DAIŞ´ê yên li dijî Êzîdiyan bike: Em dizanin ku ti biryareke parlamentoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cudahiyekê çêdike: belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo Rizgarbûyiyan.

Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro bi xêra keda wan a bê westan e.”

Beriya niha Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê, Holanda, Belçîka û hin welatên din fermana li dijî Êzîdiyên Şengalê weke qirkirin fermî qebûl kiribûn. 

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.