Me qebûl nekir û emê qebûl jî nekin!

În 7 Cotmeh 2022 - 00:52

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) bi boneya duyemîn salvegera peymana 9’ê Cotmehê daxuyanî da. PADÊ diyar kir ku di dema îmzekirina vê peymanê de ti rêz li qurbaniyên Êzîdiyan nehatiye girtin. PADÊ destnîşan kir wan ev peyman qebûl nekiriye û wê qebûl jî nekin.

Di ser Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an re ku ji aliyê dewleta Tirk, PDK’ê û Hikûmeta Kazimî ve li dijî Şengalê hatibû îmzekirin 2 sal derbas bû. Planên vê peymanê û berxwedaniya şêniyên Şengalê ya li dijî peymanê jî heta niha dewam dike.

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) di duyemîn salvegera peymanê de li şaxê xwe ya nehiya Sinûnê daxuyanî da. Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya PADÊ Silêman Hecî daxuyanî xwend.

Silêman Hacî diyar kir ku ev peyman ne bi gelê Êzîdî re hatiya îmzekirin, peymanekî li gor berjewendiyên hin aliyên derve ye û ti xizmeta civaka Êzîdî nake.

 

Îradeya gelê Şengalê tine hesibandin

Daxuyanî bi vî rengî bû: “Di wextekî welê de ku Şengal rastî wêraniyeke mezin tê û bi hezaran malbat û mirovên me di destê çeteyên DAIŞ’ê de hene, cenazeyên me di gorên komî de ne û heta niha nehatine rakirin, hikûmeta Iraqê beriya dû salan di roja 9’ê Cotmehê de lihevkirinek ligel Herêma Kurdistanê kir. Di vê peymanê de vegerandina rêveberiya hevbeş a Herêma Kuridistanê ji bo Şengalê hîmê vê peymanê bû. Ev peymana ku bi destê hikûmeta Kazimî hatiya îmzakirin, xizmeta gelê Şengalê û pêkanîna ewlekariya herêmê nake.

Bi navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan PADÊ, em peymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate îmzekirin û bêyî agahiya gelê Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku îradeya gelê Şengalê û berjewendiyên vê civakê liber çavan nehatine girtin.

Ti rêz li qurbaniyên Êzîdiyan nehatiya girtin, ji ber vê  me ev peyman qebûl nekiriya û emê qebûl jî nekin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.