Me jî meraq kir lê me mezel venekirin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Sibat 2023 - 01:27

  • Aktivîstên bi navê Robert Rosa û Betty Osceola ji şaredariyê xwestin ku xebatên li taxê bisekinînin û avahiyan li ser gorên bav û kalên wan lênekin.

Du aktivîstên ji miletên xwecihî yên Florîdayê, xwestin xebatên arkeolojiyê yên li taxa Brickell a Mîamiyê bên rawestandin. Wan got, ji bo li vê taxê avahiyan çêkin, erdê dikolin. Di kolana erdê de gelek berhemên dîrokî yên gelên xwecihî yên Bakurê Emerîkayê derketibûn holê. Hat gotin, ber bi çemê Mîamiyê ve gelek hestû û mezelên insanên ji miletên xwecihî hene, nexasim jî xelkê Tequesta yê ku xwecihê vê herêmê bû.

Profesor Will Pastle li Zanîngeha Mîamiyê dersê dide. Ew dibêje, “Ev cihûwarê dîrokî 7 hezar sal in heye. Ji pîramîdên Misrê û kolezyûmên Romayê kevntir e ev cih.”

Aktivîstên bi navê Robert Rosa û Betty Osceola ji şaredariyê xwestin ku xebatên li taxê bisekinînin û avahiyan li ser gorên bav û kalên wan lênekin. Ji aktivîstan Robert Rosa got; “Dema me ev tişt bihîst, em pirr hêrs bûn. Ev tiştên ku dikin, li hember mirî û gorên bav û kalên me bêrêzî, bêhurmetî ye. Li gel ku me meraq jî dikir, me ti carî gorên bav û kalên xwe venekirin û lê nenihêrî bê ka wan li gel xwe di bin erdê de çi veşartiye. Divê hûn li hemberî vî tiştî bi rêz bin û bêyî xelkê xwecihî dest nedin vî warî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.