Maximall wêran bû
În 5 Tebax 2022 - 21:45
- Li paytexta Iraqê Bexdayê, li pêşiya mixazeyeke cil û bergên ji Tirkiyeyê, teqînek çêbû.
Li paytexta Iraqê Bexdayê, li pêşiya mixazeyeke cil û bergên ji Tirkiyeyê, teqînek çêbû.
Li gorî agahiyan, teqîn li pêşiya mixazeya bi navê Maxîmallê çêbûye. Çavkaniyên ewlekariyê, dibêjin, teqîn destê sibehê çêbûye û ji ber teqînê xisareke mezin a maddî di nava mixazeyê de pêk hatiye.
Li vê mixazeyê cil û bergên ji Tirkiyeyê dihatin firotin. Ev mixaze li herêma Zîwne ya li rojhilatê Bexdayê ye.
Derbarê sedema teqînê de agahî nehatin bidestxistin.
BEXDA