Mardotho mihrîcana Suryaniyan e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Îlon 2021 - 23:56

Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyeyê bi pêşengiya Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê, Mihrîcana Mardotho ya Yekê ku balê dibe ser çand û hunerê Suryanî li dar xist. Di mihrîcanê de Suryaniyên deverê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryanî, Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî beşdarî bûn. Mihrîcanê du rojan dewam kir û di mihrîcanê de komên folklorî, hunerî, helbest û komên çîrokên rêûresman hunerên xwe pêşkêş kirin. 

Hîndekara Koma Dansê ya Suryanî ya Anana ya Civaka Çandî ya Suryanî, Maitha Salîba da zanîn ku Sûryanî ew cara ewilî ye ku mihrîcana hunerî li dar dixînin: "Ev mihrîcana çandî ya suryaniyan a yekê ye û ew çand wê her dem bidome. Di nava cihê mihrîcanê de me quncikek weke mozayika Suryaniyan çêkiriye, di hundirê wê de nêzî 100 alavên kevnar ên dapîr û kalên xwe me pêşkêş kirine. Mihrîcana me sê rojan dewam kir, me di nava van sê rojan de stran, huner, lîstok, çîrok û dîroka Suryaniyan pêşkêş kirin.”
 

Stran şaristanî ne

Rahênera Koma Koroyê ya bi navê “Qabri Hayouri” Besîma Hanna jî got, koma wan ji nû ve hatiye damezrandin: "Stranên me tên maneya şaristaniyê, ji ber vê yekê me xwest bi nûkirin û vejînê wan nû bikin da ku em karibin bi hunerê xwe piştgiriyê bidin gelê xwe. Ev kom nêzî du salan kar û xebatên xwe didomînin, lê bi awayekî fermî ew bû du meh xwe bi rêxistin kirine. Di komê de 20 kes cihê xwe digirin û stranan dibêjin, folklor û govendê pêşkêş dikin.”
  
Bi helbestan behsa gelê xwe dike

Helbestvan Reşa Yûhnna Şemûn bi helbestên xwe beşdarî mihrîcanê bû: "Dema ez di dibistana seretayî de bûm, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Mirov helbestan nahilbijêre, helbest mirovan hildibijêre. Li tevahiya cîhanê tişta herî xweş ew e ku tu bi zimanê dayikê çanda dayika xwe binivîsînî. Niha ez li gorî hestên xwe behsa gelê xwe dikim." 

JINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.